Li Wanê çalakî di roja 8'an de didome: Heta em encam bistînin emê tebikoşin 2019-08-26 17:44:04   WAN - Li Wanê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 8'an de berdewam dike. Tevî hemû astengiyên polîsan endam û rêveberên HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. HDP'iyan diyar kirin ku heta encam bistînin wê têbikoşin.    Çalakiyên li dijî tayînkirinra qeyûman di roja 8'an de berdewam dike. Li Wanê jî girseya ku endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê jî di navdene, di roja 8'an de li Kolana Cumhuriyetê kom bûn û xwestin li Parka Hunerê axuyaniyê bidin çapemeniyê. Girseya ku parlamenter, hevşaredar û endamên HDP'ê di nav de bû li Parkê rastî astengiya polîsan hat. Tevî astengiya polîsan Parlamenterê HDP'ê Sait Dede daxuyanî da. Dema Dede daxuyanî da, polîsan bang kir û hişyar kirin. Polîsan rojnamegerên dîmen dikişandin asteng kir û destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopîne. Polîsan piştre xwest hemû koma li wir di GBT'ê re derbas bike. Piştî polîsan rojnameger ji qadê dur xistin, Koma HDP'ê derbasî avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê bûn û li wir daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Mensur Işik, diyar kir ku dixwazin li dijî tayînkirina qeyûm daxuyaniyê bidin û walî vê daxuyaniya wan asteng dike.    Işik, anî ziman ku tevî hemû astengiyan gel dadikeve qadan û dengê xwe bilind dikin û wiha got: "Em dipirsin diça destûr nadin dengê me bigêje gel? Sedema vê yekê diziya qeyûm e. Naxwaze gel vê dizî û nelirêtiya qeyûm fêr bibe.  Ev darbeya li dijî hiquqa Tirkiyeyê ye. Em dibêjin wekî welatiyekî Komara Tirkiye erka me ye em li dijî qeyûmê derkevin."    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci jî anî ziman ku pergala Hevserokatiyê ramanek e û îfadeya programî ye û wiha got: "Emê têkoşîna parastina pergala Hevserokatiyê berdewam bikin. Me çavkaniyên gelê xwe tenê ji bo xizmeta gelê xwe esas girt. Di hesebê şaredariyê de 1 Katrilyon û 108 trilyon deyn heye. Me ev deyn dewir girt. Piraniya gel li benda xizmetê ye. Tevî vî deynê mezin dîsa em bi biryarin xizmeta gel bikin. Ev deyn deynê çiye? Kijan xizmet pêşkêşî civakê kirine. Heman diz dîsa li ser peywirê ne. Em ketin pêşiya dizan û me dizî teslîmî dozger û dadger kir. Lê bi ve darbeyê dest danî ser dozya van dizan. Ez carek din dibêjim heman diz dîsa hatin ser şaredariyê û dizan dest danî ser şaredariyê."   Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.