Îfadegirtina 5 rojnamegeran dest pê kir 2019-08-26 16:43:06 MÊRDÎN -  Polisan dest bi îfadegirtina 5 ojnamegerên ku 7 roj in di bin çavan de ne, kir.    Dest bi girtina îfadeyê nûçegîhanên ajansa me Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, nûçegîhana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnameger Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de dema ku li Mêrdînê çalakiyên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dişopandin, hatibûn binçavkirin, hat kirin. Rojnamegerên ku 7 rojên di bin çavan de ne, bi rêya parêzerên xwe ragihandibûn ku ji bo pêkanînên qeyûm ku deşîfre bûne hê bêtir neyên deşîfrekirin, bi awayekî kêfî tên grtin.