ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-11-26 09:04:10   * Akademîsyen Zekî Kanay der barê Newala Dîcleyê de nirxandin kir got ku "Heke me Newala Dîcleyê fêm bikira, me derdê wê bidîta dê nehata vê rewşê" û talan li Newala Dîcleyê pêk tê raxist ber çavan.   * Di 18'ê Îlonê de li çoltara navçeya Dihê şer derketibû û 13 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazê 3 gerîlayan winda ye. Cenzê 10 gerîlayan hatiye teşhîskirin jî nadin malbatan.   * Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak, têkildarî îdîayên li Tirkiyeyê zêdebûn diyar  kir ku îşkence encama polîtîkayên bê ceza hiştinê ye.    * Kedkarên cemaweriyê ku ji bo betalkirina OHAL’ê û vegerin ser karê xwe 40 hefte ne li kuçeyan e, gotin ku tenê bi têkoşînê wê dawî li OHAL’ê bê.   * Yek ji parêzerên Komîsyona Parêzerên 10’ê Cotmehê Îlke Işik, diyar kir ku di danişîna dawîn de îfadeyên polîsên şahid careke din berpirsiyariya cemaweriyê derxist holê û wiha got: “Muduriyeta Polîsan li çar hawirdorê Tirkiyeyê DAIŞ şopandine, lê belê tu tiştek jî nekiriye.”    * Geşedanên ku di demên dawî de li Erebîstanê xwe didin der û daxuyaniyên der barê “reformê” de, pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan “di olê de reform û ronesans”  a piştî salên 2000’î xist rojevê bi bîr xist.     * EMEP, dê li Navenda Huner û Kongreyê ya Nazım Hikmet 8'emîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. (10.00)   * Rêxistina DBP'ê ya Cizîrê dê 2'emîn kongreya xwe bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li avahiya DBP'ê ya Cizîrê pêk bîne. (11.00)    * Çalakiya li Kolana Yukselê ya "em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 383'an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê der barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li Qada Îskele ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)