Bi qeyûm re çû û bi qeyûm re hat 2019-08-26 13:58:49 AMED – Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muhsîn Eryilmaz jî bi çûyîna qeyûmê Amedê yê berê Cûmalî Atîlla re bi raporên tenduristiyê re ev 5 meh in neçûye kar. Bi tayînkirina qeyûm Hasan Basrî Guzeloglu re Eryilmaz carek din vegeriya ser karê xwe.  Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu yê wek qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hat kirin, sekreterê giştî, alîkarê sekretere giştî, serokên daîreyan û midûran ji wezîfeyê girt û koma xwe ya nû ava kir.    Di ekîba nû ya Guzeloglu de sekretere giştî yê berê Muhsîn Eryilmaz ku di serdema qeyûm Cumalî Atîlla de jî hebû dîsa cih digire. Eryilmaz piştî hilbijartina 31’ê Adarê bi hênceta rêveberiya HDP’ê ya hat ser kar re nikare bixebite bi raporên tenduristiyê wergirtiye ev 5 meh in neçûye şaredariyê.    Li gel Eryilmaz, alîkarên sekreterên giştî Alî Fuat Eker û Ercan Bîrcan û hin serokên daîreyan  raporan wergirtibûn û neçûbûn kar. Vê yekê di raya giştî de jî deng vedabû.    ERYILMAZ MERIVÊ WEZÎR SOYLU YE    Hat diyarkirin ku ekîba nû ya Guzeloglu di Serokatiya Kordînasyona Şopandina Razemeniyê ya girêdayî Walîtiya Amedê hatiye avakirin. Guzelogluy gotiye “ez bi hemamvanan re naxebitim” û tê gotin cih nedaye ekîba Cumalî Atîlla. Hat gotin bi boneya Eryilmaz merivê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ye dê di ekîba Guzeloglu de cih bigire.