Polîsan rojnameger asteng kirin vê carê parlamenteran rojnamegerî kir 2019-08-26 12:57:35 MÊRDÎN - Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 8’an de berdewam dike. Li Mêrdînê polîsan destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopînin û dîmenan bikişînin. Li ser vê yekê Parlamenterên HDP’ê bi telefonên xwe dîmenên çalakiyê û daxuyanî kişandin û weşandin.    Çalakiyên li dijî tayînkrina qeyûm a Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê berdewam dike. Di Roja 8'emîn de dîsa parlamenter û rêveberên HDP'ê li Parka Karayollari ya Mêrdînê kom bûn û xwestin çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî HDP'î li parkê kom bûn gelek polis bi maşîneyên zirxî hatin parkê û girseya HDP'ê dorpêç kirin.    POLÎSAN ROJNAMEGER ASTENG KIRIN   Rojnamegerên hatin cihê çalakiyê û xwestin çalakiyê bişopîn rastî astengiya polîsan hat. Polîsan destûr neda ku rojnameger dîmenan bikişînin û çalakiyê bişopînin. Polîsan karta zer ji rojnamegeran xwest û ew asteng kirin. Li ser vê yekê di navbera parlamenterên HDP’ê û polîsan de niqaş derket. Ji ber ku polîsan destûr neda rojnameger çalakiyê bişopînin, parlamenterên HDP’ê bi telefonên xwe dîmenên çalakiyê kişandin û li ser hesabê meda civakî weşandin. Rojnamgerên rastî astengiya polîsan hatin nekaribûn nûçe bişopînin û vegeriyan.    Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altındag, her dem hevşaredarên wan in û wiha bang li qeyûm kir: "Tu li dijî mirovahiyê suc dike. Tu li dijî gelê Mêrdînê sûc dike. Ji ber vê yekê tu yê bê darizandin. Ev sûcê li dijî demokrasiyê ye."    Piştî daxuyaniyê girseya HDP'ê derbasî avahiya HDP'ê bûn.