Qenala avê teqiya û erazî di bin avê de man 2019-08-26 12:55:58 ÊLIH – Li Êlihê boriyên qenala avdanê teqiyan û erdên çandinî yên welatiyan di bin avê de man. Welatiyan bertek nîşan da. Hat gotin rayedarên DSÎ’yê heqaret li welatiyan kiriye.    Li mezraya Şerbetkoyê ya gundê Dirbêsa ya bi ser navenda Êlihê ve boriyên qenala avê ya aîdî Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) duh bi şev teqiyan. Piştî teqîna boriyan erdên garis û sebze lê çandinîne di bin avê de man. Her wiha rêya gund jî di bin avê de ma. Metirsiyên welatiyan hebû ku av bi ser gund de bigire û ji ber vê yekê agahî dan rayedaran.    Gundî ji ber rewşek muhtemel a ku dê malên wan di bin avê de bimîne ji malên xwe derketin û heta serê sibê raneketin. Cendirme hatin gund û rewşê lêkolîn kirin. Gundî li rayedarên DSÎ’yê geriyan û rayedaran got ew nikarin tiştekî bikin û ew dikarin sibehê biçin cihê bûyerê. Gundiyan bertek nîşanî helwesta DSÎ’yê dan. Welatiyan got rayedarên DSÎ’yê heqaret li wan kiriye.    ‘TENÊ NOTIRVAN HAT CIHÊ BÛYERÊ’    Ji şêniyên gund Mehmet Emîn Artun da zanîn ku bi teqîna boriyan re ew neçar mane malên xwe vala bikin û tenê tu kes neçûye alîkariya wan. Artun anî ziman berê jî borî teqiyane û rêya wan xera bûye û got: “Ev rêya diçe gundên din û nav eraziyên me. Tu rayedar nayên vir û fikara me didome. Em ji lehiyek muhtemel ditirsin. Çima bi şev tu rayedar nehat hawara me? Tenê notirvanê qenala avê hat.”    Artun da zanîn ku baxçeyên sebzeyan û eraziyên garisên wan hemû di bin avê de mane û xwest zirara wan bê tespîtkirin û rêya wan bê çêkirin.    ‘BILA ZIRARA ME BÊ TESPÎTKIRIN’    Şêniyê gund Abdullah Artun jî diyar kir teqîna boriyan rê li ber fikaran vekiriye û bertek nîşanî rayedaran da ku tu kes neçûye hawara wan. Artun got ziyanek mezin li wan bûye û xwest ev zirar bê tespîtkirin û rêya wan demildest were çêkirin.    Tê gotin teqînê zirarek mezin daye gelek eraziyên çandinî yên gundan û zirarek mezin çêbûye.    MA / Metîn Yoksu