Li Mêrdînê protestokirina qeyûm: Polîsan wekîl dorpêç kirin û rojnameger dûr xistin 2019-08-26 12:20:05   MÊRDÎN – Polîsan li Mêrdînê dîsa parlamenterên HDP’ê yên qeyûm protesto dikin dorpêç kir. Rojnamger ji derdorê hatin dûrkirin. Parlamenter bendemayîna xwe didomînin.   Şermezarkirina tayînkirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di roja 8’emîn de dewam dike. Parlamenterên HDP’ê ji avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê derbasî Parka Karayollari bûn. Polîsan parlamenter û rêveberên HDP’ê dorpêç kirin. Di navbera polîs û wekîlan de rageşî qewimî. Polîsan rojnamegerên nûçe dişopandin jî ji derdorê dûr kirin û nehiştin dîmenan bikişînin.    Tevî hemû astengî û dorpêçê jî parlamenter bendemayîna xwe didomînin. Polîs nahêlin tu kes nêzî cihê dorpêç kirine bibin.