Hûrgiliyên komkujiya cerdavanan a Farqînê 2019-08-26 12:05:31 AMED - Hûrgiliyên komkujiya Farqînê ku 6 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn, derketin holê. Qereqolê vê bersivê daye malbata Tekîn ku serî li wan dabû: "Em li vir bin tiştek nabe'. Leşkeran, 300 metre ji dûr ve komkujiya cerdevanên ku 4 nuqteyên kontrolê derbas kirin û pêk anîn, temaşe kirin.   Di 21'ê Tebaxê de cerdavanan bi ser malbateke li gundê Reşikê yê navçeya Farqînê ya Amede de girtin û 6 kesan kuştin û 9 kesan jî birîndar kirin. Şahidan bûyeran wek komkujî nirxand û diyar kirin ku piştî bûyerê bi saetan leşker hatine cihê bûyerê. Dema ku gundî dixwazin bi derfetên xwe birîndaran rakirin nexweşxaneyan, li cihekî dûrî gund ji aliyê leşkeran ve tên rawesatandin û birîndarek ji windakirina xwînê jiyane xwe ji dest dide.    KOMKUJIYÊ GOTIYE 'EZ TÊM'    Li gorî angaştan, Enver Tekîn ku li gundê Reşikê rûdinê, keça xwe Gulşen Poyraz bûk daye malbata Poyraz a cerdvan. Li ser gefa kuştinê, Tekîn careke din keça xwe tîne mala xwe. Piştî vê yekê malbata Poyraz timik gefa, ya tu yê keça xwe bikujî ya jî em ê bikujin, li Tekîn dixwe. Li ser van gefan Tekîn diçe Qereqola Cendirmeyan a Başnîqê û giliya malbata Poyraz dike, dibêje ku ewlehiya canê wan tuneye û dixwaza ku qereqol ewlehiya wan bigire, dike. Li gel ku beriya bûyerê rewşa muhtemel a komkujiyê di 20'ê Tebaxê de ji qereqolê re tê ragihandin jî qereqol tevdîran nagire û di 21'ê Tebaxê de komkujî pêk tê.    QEREQOL: JI BER EWLEHIYÊ EM NAYIN   Roja ku cerdevan bi 3 wesayîtan bi ser gun de digirin û komkujî pêk tînin, keyayê gund li qereqolê digere. Li gel vê yekê jî fermandarên qereqolê dibêjin ku ji ber ewlehiyê nikarin biçin cihê bûyerê. Dema serdegirtinê destpêkê cerdavanê gundê Sideqnê Suleyman Eleftoz jiyana xwe ji dest dide. Hevjînê Gulşen Poyraz ku bavê wê ew tîne malê Zeynel Poyraz jî ji piyê xwe birîndar dibe.    ŞAHID: LEŞKER 300 METRE NÊZÎ BÛYERÊ BÛN   Şahidê bûyerê Mehmet Emîn Yildirim diyar kir ku li gel hemû bangên piştgiriyê yê gundiyan jî leşker nehatine cihê bûyerê û li ser depoya avê ya bi qasî 300 metreyî dûrî gund bûyerê temaşe kirine. Yildirim da zanîn ku cerdevan Zeynel Poyraz bi awayekî birîndar ketiye bin derenceya mala malbata Tekîn û ji vir komkujî pêk aniye û wiha got: "Derketim hewşê. Piştî dengên çekan Edîp Ograş (50) bi wesayîta xwe nêzî mala malbata Tekîn hat. Edîp xizmê malbata Tekîn bû. Ji bo tepeserkirinê hat. Dema ku xwest ber bi mala xwe ve biçe, 2 gule lê hatin reşandin. Min jê re got jî neçe lê min guhdar nekir. Dengê jinan ji her derî bilind dibû.    DAYIK JI BO ZAROKÊN XWE MIR   Di berdewamê de Yildirim vegotinên xwe wiha domand: "Cevat Narin (73) bi gotina "Ji bo Xwedê hûn rawestin" çû cihê bûyerê. Lê gule lê jî reşandin û ew ji singa xwe birîndar bû. Li ser vê yekê jinek deng kir û got ku Apê Cewat mir. Biraziyên Cevat, Azîz û Gokhan Narîn ji bo hînkirina aqûbeta apê xwe reviyan cihê bûyerê. Gule li herduyan jî reşandin. Hê 20 salî bûn. Dayika wan Halîse Narîn dema ku vê yekê dît û xwest bi hewara van ve biçe, gule li wê jî reşandin. Munevver Narîn jî ku bi hêviya biçe birîndaran rizgar bike, diçe cem ciwanan. Difikire ku kurê wê hê sax in. Gule li wê jî direşînin. Dema ku Munevver birîndar bûn, gundiyan xwestin wê bi ambûlansê bibin. Ji ber lembeyên kuçeyê her der ronî bû. Kesê xwe di bin derenceyê de veşartibû, kesên nêzî malê dibûn ew didîtin û gule li wan direşand. Êrîşê bi saetan domiya. Leşker di 04.15'ê sibehê de hatin. Piştî ku leşker hatin, her du cerdavên birîndar hatin teslîm bûn. Bi giştî 4 kes hatin binçavkirin. Me helw da birîndaran bi wesayîtên xwe bibin nexweşxaneyan. Me birîndarekî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û yên din jî derxistin derketina gund. Ambûlans li vir sekinîbûn. Em heta tên gundên xwe di 4 nuqteyên kontrolê re derbas dibin. Ji bo ku heta vir bên divê di 4 nuqteyên kontrolê re derbas bibin. Kêsên ku me di legerînin bi hurgilî re derbas dikin, çawa dibe ku van kesên bi ewqas çek derbas dikin."   QEREQOL: DEMA EM LI VIR BIN TIŞTEKÎ NABE   Şahidek din Îkram Yakişan jî diyar kir ku Enver Tekîn çûye qereqolê gumanên xwe yên ewlehiyê aniye ziman û ev tişt got: "Hemû niştecihên gund texmîn dikirin ku dê bûyerek bi vî rengî pêk were. Lê li gel vê yekê jî leşkeran tevdît negirtin. Heta ji malbata Tekîn gotine, "Heta ku em li vir bin tiştek çi nabe". Şahidek din Ferît Kada jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Cihê bûyerê bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Qereqola Cendirmeyan a Başnîqê û bi qasî 5 kîlometre jî dûrî nuqteya kontrolê ya Qasimiyê bû. Li gel vê yekê jî piştî ku fîşekên cerdevanan qediyan leşker hatin gund. Şeva bûyerê dema ku me birîndaran dikişand 12 kîlometre dûrî gund ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û bi deqeyan wesayîtên me hatin kontrolkirin. Me birîndar heta gundê Qasimiyê dianî û li ambûlansên ku li vê derê li ber qulûbeyên cerdevanan rawestiyabûn siwar dikir. Dema me sedema vê yekê pirsî ji me re gotin ku fermana leşkeran wihaye. Ji ber van pêkanînan Munevver Narîn ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Me ev agahî ji bijîjkan gir. Birîndarên din jî gelek xwîn winda kirin."   DEMA XWESTIYA ALÎKARÎ BIKE BIRÎBDAR BÛYE   Munever Bağli ku ew jî ji milê xwe birîndar bûye jî diyar kir ku li ser bihîstina çekan bi ber mala Tekîn ve çûye û wiha got: "Dema min birîndaran dît xwest ku alîkariya wan bikim. Lê wê kêliyê gule li min jî hatin reşandin û ji milê xwe birîndar bûm. Dema birîndar bûm, gundiyan min bi derfetên xwe birin cem ambûlansa û piştî vê nayê bîra min."   Li gel ku lêkolîn hatin kirin jî hê jî li cihê bûyerê kovanên fîşkena hene. Piştî bûyerê 2 jê birîndar bi giştî 4 cerdevan hatine binçavkirin. Kesên din ên ku piştgirî dane êrîşê hê jî winda ne û agahî ji wan nayê girtin. Ji malbata Narîn ku tu eleqeya wan bi bûyerê re tuneye Munevver Narîn, Halîse Narîn û kurên xwe Azîz û Gokhan Narîn û Edîp Ograş jî jiyana xwe ji dest dan.    Tedawiya Teyman Yapici ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke Amedê tê berdewamkirin. Dîsa di bûyerê de Munevver Bagli, Haci Cevat Narîn, Felat Narîn, Mevlût Narîn, Ferhat Tekîn, Ferhat Narîn, Cevat Narîn, Dukhan Narîn û Mehmet Narîn ji deverên xwe yên cûda birîndar bûne û tedawiyên wan didomin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel