Banga 1'ê îlonê: Deng bidin aştiyê 2019-08-26 11:20:31   AMED -  Komîteya Amadekar a mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku li Amedê li dar bixin, bang li her kesî kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Komîteyê ji rojnamegeran jî xwest aştiyê biqîrin.    Rêxistdina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl wê di 1'ê Îlone Roja Aştiya Cîhanê de li Amedê bi dirûşmeya “Ji Bo Aştiyek Bi Rûmet Çareseriya Demokratîk" mîtîngê li dar bixin. Komîteya Amadekar têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê daxuyaniya nivîskî da û bang li her kesî kir ku tev li mîtîngê bibin. Komîteyê xwest her kes li dijî desteserkirina nirxên kurdan dengê xwe bilind bikin û aştiyê bixwazin. Komîteyê da zanîn ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mızrakli jî beşdarî mîtîngê bibin.    Komîteyê ji rojnaemgeran jî xwest dengê aştiyê biqîrin.