Çalakiya parlamenteran bi ser ket: Yên hatin binçavkirin berdan 2019-08-26 09:59:07 WAN - Li Wanê çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman didome. Piştî polîsan koma ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin dorpêç kirin, wekilên HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Wekilan diyar kirin ku heta yên hatine binçavkirin bên berdan wê çalakiyê li dar bixin. Li ser vê yekê polîsan kesên binçav kiribûn serbest berdan.    Li Wanê çalakî û bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didome. Duh koma ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatibûn. Li Kolana Maraşê polîsan bombeyên gazê û xaza îsotê avêtibûn girseya ku parlamenter jî di navde. Polîsan di êrîşê de gelek kes bi lêdanê binçavkirin. Li ser vê yekê parlamenterên HDP'ê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarısaç, Sait Dede, Abdullah Koç, Mensur Işik û Şevin Coşkun çalakiya rûniştinê li dar xistin. Wekîlan anîn ziman  ku heta hevalên wan ên hatine binçavkirin bên berdan wê çalakiya xwe berdewam bikin. Di encama çalakiya rûniştinê ya parlamenteran 6 kes di saetên şevê de hatin berhdan.      Şêwirmendên parlamenteran Goksel Altunî û Îbrahim Genç, Endamê Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê û Nûnerê EMEP'ê yê Wanê Hayrettin Alan, Seyit Kiliç, Hasan Guven û Kemal Yıldırım, di saetên şevê de serbest hatin berdan. Hat hînbun ku kesên hatine binçavkirin rastî lêdanê hatine.