Karataş: Bi şerê Idlibê peymana Astana bi dawî bû 2019-08-26 09:41:22 STENBOL - Rojnameger Yusuf Karataş, bal kişand ser operasyonên Rejîma Sûriye ku bi hevkariya Rusya li Idlibê pêş dixe û wiha got: "Bi vê operasyona li Idlibê peymana Astana bi dawî bû. Bi şerê li Idlibê rewşa Efrîn û Babê jî  anî rojevê."    Li Idlibê şerê di navbera hêzên Rejîma Sûriye û Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgiriyê dide her diçe mezin dibe. Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rusya li Idlibê Bajaroka Han Şeyhun xist kontrola xwe. Rojnameger û nivîskar Yusuf Karataş, Têkildarî geşedanên li Idlibê û peymana Astana  nirxandin kir.  Karataş, anî ziman ku Idlib keleha hêzen çihatkar a dawî ye û wiha axivî: "Ji ber ve yekê artêşa Sûriye pir berê dest bi operasyonê kir. Piştî dest bi operasyonê kir, di navbera Rûsya û Tirkiye de dîsa li Soçiyê hevditinan dest pê kir. Di van hevdîtinan de mutabakatek hat avakirin. Li gorî vê mutabakatê, Tirkiye peyvir da ser milê xwe ku komen çîhatkar ji herêmê derxe û belav bike. Dîsa peywir da ku rêyên M4-M5'an ji komên çekdar paqij bike. Tirkiye mîsoger (taahhut) kir ku wê vê erkê pêk bîne. Lê ji wê demê heta niha komên radîkal ên çîhatkar ji herêmê dernexist. Niha Idlib ji sedî 90 ketiye destê HTŞ’ê.    RÛSYA TIRKIYE LI DIJÎ DYA WEKÎ KOZ BIKAR ANÎ   Karataş, da zanîn ku ji ber Tirkiye sozên xwe yên peymanê pêk neanîn, artêşa Sûriye li Idlibe operasyon li dar xist û wiha got: "Rejîm bi operasyonê wê ewlehiya navbera Heleb û Şamê ava bike. Rêya M5'an û Bajaroka Han Şeyhun xist bin kontrola xwe. Ji ber polîzyona Tirkiye ya li Sûriye heta niha artêşa Sûriye gav neavêt. Rûsya bi taybetî Tirkiye li Sûriye li hemberî DYA wekî kozekî bikar anî. Ji ber vê yekê destûr da ku Tirkiye li Efrînê operasyonê li dar bixe. Rojên borî Tirkiye û DYA ji bo 'Herêma Ewle' li hev kirin. Piştî ku Tirkiye bi DYA re li hev kir, êdî Rûsya û Rejima Sûriya hewce nedît ku li benda Tirkiye rawestin û li Idlibê dest bi operasyonê kirin. "    Karataş, anî ziman ku stendina Han Şeyhun û Rêya M5 ku navbera Şam û Helebê vedike cihekî pir stratejîk e û wiha lê zêde kir: “Bi kontrola van rêyên li Sûriye di heman demê de têkilî û tora navbera komen çîhatkar jî qut kir. Li Idliblê çîhatkar hatin dorpêçkirin. Divê mirov vê operasyonê wekî operasyona paqijiyê pênase bike. Piştî vê hamleyê êdî wê rewşa Tirkiye ya li Idlibê jî zelal bibe. Ji niha û şûnde niqaş wê li ser nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê yên li Suriyeyê bin. Piştî operasyona  li Idlibê dest pê kir, dawî li peymana Astanayê anîn. Ji vê kêliyê û şûnde Tirkiye nikare li wir raweste. Ger ku Tirkiye li wir bimîne divê bi rejîma Sûriye û Rusya re şer bike.    Niha li wir qala hezaran çîhatkar dikin. Berê Rûsya digot beşek çîhatkar şandine Libyayê. Ev îdîayek mezin e. Tirkiye dixwaze bi rêya çîhatkaran li herêmê bibe hêzek bi bandor. Ji ber vê yekê cihatkaran wekî koz bikar tîne. Ev siyasetek pir talûke ye. Rûsya diyar kir ku li gorî peymana te bi min re çêkir tu li Idlibê ye. Ger ku tu bisê bi DYA re bêtir parve bike têkiliya me wê bibe mijara niqaşê.    Karataş, bal kişand ser çareseriyê û wiha bi dawî kir: "Ya yekemîn divê çîhatkar li vir bên paqijkirin. Ya duyemin divê qada di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bibe xwedî statu. Ev statu di Qanuna Bingehîn de bê mîsogerkirin û parastin.    MA / Ferhat Çelîk