ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-26 09:00:01 * Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, diyar kir ku îktidar ji bo hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe bike û têxin xizmeta hevkarên xwe qeyûm tayînî şaredariyê kirine. Çelîk, bang li hemû gelan kir ku bi hevre têbikoşin."  * Hevserokê Giştî yê Mala Gel (Halkevlerî) Nuri Gunay, piştî hat Amedê û piştgirî da Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, tayînkirina qeyûm nirxand. Gunay, diyar kir ku tayînkirina qeyûm ne tenê meseleya 3 bajaran e, di heman demê de meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Gunay, destnîşan kir ku wekî duh wê sibê jî li qadan bin û got: "Divê em vê darbeyê rawestînin."    * Endama MYK'a ESP'ê Beycan Taşkiran, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Xezpkirina vînê hemû gelan û civakan eleqeder dike. Karker, kedkar, jinan û hemû beşên civakê eleqeder dike. Me bi hevre qezenç kir, divê em bi hevre biparêzin."    * Rojnameger Yusuf Karataş, bal kişand ser operasyonên Rejîma Sûriye ku bi hevkariya Rusya li Idlibê pêş dixe û wiha got: "Bi vê operasyona li Idlibê peymana Astana bi dawî bû. Bi şerê li Idlibê rewşa Efrîn û Babê jî  anî rojevê."    * Amediyan bertek nîşanî tayînkirina qeyyûman dan û diyar kirin ku piştî Enqere û Stenbol ji destê AKP’ê derket û berîkên wan vala bûye êrîşî vîna kurdan dikin.   * Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, wê têkildarî daxuyaniya Serokwezirê berê Ahmet Davutoglu li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)    * Heyeta HDP'ê ya di Serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezai Temellî de wê di çarçoveya “Makeqanuna Demokratîk" “Pakêta Darazê" û "Îtîfaqa Demokrasiyê" de bi KESK’ê re hevdîtin bike. Heyeta ku Saruhan Oluç serokatiya wê bike wê bi Komeleya Şopandina Hêzê ya Stenbolê, SODEV  û Komeleya Mafên Wekhev, Heyeta ku Dîlan Dîrayet Taşdemîr serokatiya wê bike wê bi TODAP’ê re hevdîtin bikin. (14.00)   * Înîşiyatifa Malbaten Pirsûsê wê têkildarî gotinên Serokwezîre berê Ahmet Davutoglu li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Meclisa Jinan a Îzmirê, wê têkildarî kuştina jinan bi dirûşmeya "Em naxwazin bimirin" li Kolana Şehîden Kıbrısê li pêş Erbil Surelê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.30)   * Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê wê têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 8'an de li Kolana Lîseyê berdewam bikin. Li Mêrdin û Wanê jî wê çalakî bidomin. (11.00)