Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin 2017-11-25 21:17:53 AMED – Lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê pêşandan, cara 12’mîn hat lîstin. Li Pale Hunerê, lîstika şanoyê “Heft û Heşta Du Kesan” ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê pêşandan, careke din hat lîstin. “Heft û Heşta Du Kesan” ku Ozgur Adiguzel derhêneriya wê dike lîstiekek du kesî ye. Lîstikvanên vê lîstika du kesî Şîlan Alagoz û Eser Çetîn in. Lîstika 50 deqîqeyî dide û heta niha 12 caran hatiye lîstin. Metna lîstikê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hatiye nivîsandin. Lîstik balê dikêşe ser şer û muhtewaya wê nebihîstyariya li hemberî şer e. Derhêner Ozgur Adiguzel anî ziman ku ew şerî bi zimanekî absürt vedibêjin û wan îlham ji şerê li Sûrê girtiye. Adiguzel wiha got: “Dema li Sûrê şer hebû, jiyana mirovên din bi awayekî asayî berdewam dikir. A rast ev lîstik acizî û bêdengiya mirovên ku li derî şer mane vedibêje.”