Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir 2019-08-25 19:33:55   AMED - Heyeta CHP'ê ku parlamenterê CHP'ê jî di nav de bûn Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ziyaret kirin. Endamên heyetê diyar kirin ku ji bo li demokrasiyê xwedî derkevin hatine û xwestin her kes li demokrasiyê xwedî derkevin.    Heyeta Partiya Gel a komarê (CHP) ku Endamê Meclîsa  CHP'ê Îlhan Cihaner û Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker jî hene, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê ziyaret kir. Heyeta CHP'ê li avahiya HDP'ê ji aliyê Selçuk Mızrakli û wekîlên HDP'ê ve hat pêşwazîkirin. Hevşaredarê Şaredariya Amedê Selçuk Mızrakli diyar kir ku wan li Stenbolê çawa li dijî xezpê serkeftnek mezin bi dest xistin, wê li Amedê jî heman encamê bi dest bixin. Mizrakli, ji ber ziyareta CHP'ê kêfxwexiya xwe ani ziman.    Li ser navê heyeta CHP'e parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ali Şeker jî diyar kir ku ji peywirgirtina Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê qebûl nakin. Îlhan Cihaner jî bang li hilbijêrên AKP'ê kir û xwest vê neheqiyê bibînin. Cîhaner, anî ziman ku ji bo li demokrasiyê xwedî derkevin hatine piştevaniyê."