Muxtaran bi whatsapê agahî dan: Wê Kelhê ya Cûdî bombe bikin 2019-08-25 19:01:48   ŞIRNEX - Muxtarên taxên Hilal û Sêgirkê yên Qilebanê diyar kirin ku wê qada Kelhê ya herêma Cûdî 2 rojan bombe bikin.     Muxtarên taxên Hilal û Sêgirkê yên Navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi rêya whatsapê agahî parve kirin û diyar kirin ku wê 2 rojan herêma Kelhê ya Çiyayê Cûdî bê bombekirin. Keyayên bi rêya whatsappê agahî parve kirin wiha gotin: “Gelê rêzdar ê Sêgirkê û Hilalê Kela hezil ango qada Gelho Mir wê ji aliyê TSK'ê ve iro û bi şev bê topbarankirin. Ji kerema xwe re bila her kes tedbîrên xwe bigirin. Yên çûn neçîrê û çûn ser çandinî û sewalên xwe ji kere xwe re agahî bidin."