Rojnamevan 6 roj in bêyî îfade bidin tên girtin 2019-08-25 18:38:41   MÊRDÎN - 5 rojnamevanên di 20'ê tebaxê de li Mêrdînê çalakiyên şermezekarina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, 6 roj in bêyî îfade bidin li Midûriyeta Polisan a Mêrtînê tên girtin. Ji bo nikaribin nûçeyan bişopînin 6 rojin tên ragirtin.    Nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Ahmet kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Halîme Parlak û Nûrcan Yalçin ku di 20'ê Tebaxee de li Mêrdînê çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin. Ji 20'ê Tebaxê ve 5 rojnameger 6 rojin li Miduriyeta Polîsan a Mêrtînê di bin çavan de tên girtin. Rojnamevanên li Şaxa TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin, hêf îfadeya wan nehatiye girtin. 2 roj berê wextê binçavkirina wan 4 rojan hatibû dirêjkirin. Ji ber ku îro jî îfadya wan nehat girtin, ev nîşan dide ku ji bo nikaribin nûçeyan bişopînin di bin çavan de tên girtin.