'Çi bikin bila bikin em ê li vîna gelê xwe xwedî derkevin' 2019-08-25 18:03:52     STENBOL/BÛRSA - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, diyar kir ku îktîdara AKP'ê bi qeyûman tola xwe ji rêvberiyên herêmî hiltîne û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin emê li vîna gelê xwe xwedî derkevin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bahçelîevlerê, bi armanca tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar bikin li Şirinevlerê daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya HDP'ê di çalakiyê de dowizên “Me bi hevre qezenç kir, emê bi hevre biparêzin", “Bijî xwişk-biratiya gelan" û “Qeyûm darbe ye, em nas nakin" rakirin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Dema girseye ji avahiya HDP'ê di rêya meşê de dest bi meşê kirin, polîsan rê li pêş girsê girt û dorpêç kirin. Dîsa destûr neda mirovên derve piştgiriyê bidin girsê. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî û got: "Me tu caran darbe û darbekar qebûl nekirin. Ji bo xurtkirina îktîdara xwe dibêjin 'Vîna gel di ser her tiştî re re ye." Lê dema mijar ne îktîdara wan be vîna gel nas nakin. Nêviyê Tirkiye ji ber feraseta zalîm û yekperesti winda kirin. HDP’ê di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê ya Stenbolê bi awayesî stratejik dengê xwe bikar anîn. Vê yekê AKP ji ser hişê xwe bir. Ewil qeyûm tayinî Stenbolê kirin û piştre darbeyek mezintir xwarin. AKP tola xwe li cihê kurd lê dijîn dixwaze hilîne. Dixwaze cihê şaredariyên HDP’ê lê hene bi tayînkirina qeyûm bistîne. Serokomar Erdogan berê jî gotibu 'Li wir bi ser bikevin jî emê dîsa qeyûm tayîn bikin' Ev gotina wî sûc e, sûc. Erdogan mirov teşwîki rêyên li dijî zagonî kirine û suc kiriye. Lê ew çi dikin bila bikin emê şaredariyên xwe dîsa ji destê wan bigirin. Emê li vîna gelê xwe xwedî derkevin. Emê li nûnertiya xwe, edalet û hiqûqê û li mafê gelê xwe xwedi derkevin. Emê heta dawî dengê xwe bilind bikin."      BURSA   Li Navçeya Înegol a Bûrsayê jî tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Endam û rêveberên HDP'ê li pêş avahiya HDP'ê ya Înegolê kom bûn û daxuyani dan çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberê HDP'ê Kemal Dogan, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm vîna gel tune hesibandine û daraz binpê kirine.