Semîha Tugan ê piştî 28 salan gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da 2019-08-25 17:15:20   COLEMÊRG - Dayika Serhat Tugan ê piştî 28 salan girtî ma û serbest hat berdan, Semiha Tugan jiyana xwe ji dest da.    Dayika Serhat Tugan Semîha Tugan a 73 salî piştî gihişt kure xwe, jiyana xwe ji dest da. Serhat Tugan piştî 28 salan girtî ma, di meha hezîranê de serbest hat berdan. Tugan, di 16 saliya xwe de hat girtin û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ma. Tugan ku 28 salan girtî ma, di 44 saliya xwe de serbest hat berdan. Dayika Serhat Tugan a 73 salî Semiha Tugan piştî gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika Serhat Semiha Tugan ku 28 salan bi hestera kurê xwe jiya û 28 salan çavê wê li rêya kurê wê bû, piştî 2 mehan li gel kurê xwe ma, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Semiha Tugan li gel cenazeyê kurê wê yê rojnameger ê di 4'ê Nîsana 2016'an de li Fransayê jiyana xwe ji dest da Ferhat Tugan defin kirin. Cenazeyê Ferhat li Goristana Kêlî Keska hatibû definkirin. Serhat Tugan ji ber li dervê bajar bû tev li cenaze nebû. Ji bo sersaxiya Semiha Tugan li Mizgefta Çatallarê şîn danîn û ziyaretan qebûl dikin.