Dest bi ziyaretên 'Îtîfaqa demokratîk' dikin 2019-08-25 17:01:48   ENQERE - HDP; sibê dest bi hevdîtinên “Makeqanuna Demokratîk" “Pakêta Darazê" û "Îtîfaqa Demokrasiyê" dikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sibe dest bi  bi hevdîtinên “Makeqanuna Demokratîk" “Pakêta Darazê" û "Îtîfaqa Demokrasiyê" dikin. Di çarçoveya ziyaret û hevditinan de 3 komên cuda yên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr û Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç serokatiya wan bikin, wê dest bi ziyaretan bikin.    Heyeta ku Sezaî Temellî serokatiya wê bike wê bi KESK’ê re, Heyeta ku Saruhan Oluç serokatiya wê bike wê bi Komeleya Şopandina Hêzê ya Stenbolê, SODEV  û Komeleya Mafên Wekhev, Heyeta ku Dîlan Dîrayet Taşdemîr serokatiya wê bike wê bi TODAP’ê re hevdîtin bikin.