Polîsan gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê 2019-08-25 16:43:17   WAN - Li Wanê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 7'an de berdewam kir. Girseya ku xwest li dijî qeyûman bimeşin rastî astengiya polîsan hat. Polîsan êrîş kir û gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP’ê. Gelek kes hatin binçavkirin.    Li Wanê çalakiya endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 7'an de berdewam kir. Girseya ku di navde hilbijêrên HDP’ê hebû, li avahiya HDP'ê kom bûn û xwestin bimeşin kolana Mereşê. Polîsan meşa hilbijêrên HDP’ê aseng kir û destûr neda meşê. Piştî girsê di meşê de israr kir, polîsan êrîşî girseya HDP'ê ku parlamenter jî di navde kir. Polîsan di mudaxaleyê de girseya di navde parlamenterên HDP'ê jî heye derp kirin û gaza îsotê avêt ruyê wan. Polisan di êrîşê de gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê û li wandan. Çalakî didome.