Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan 2019-08-25 15:44:21   HESEKÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan,  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star, bi armanca şermezarkirina gefên hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê,  meşiyan.      Hemleya rêzeçalakiyan a  Kongreya Star  ku bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe", ji bo rawestandina gef û zextên hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî herêmên bakur  û rojhilatê Sûriyê hatibû destpêkirin berdewam dike.  Di çarçoveya van çalakiyan de Yekîtiya Jinên Ciwan (YJR) û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) daketin qadan û helwesta Tirkiyê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de bi sedan jin û ciwan ji tevahî sazî û dezgehên civakî yên Herêma Hesekê û navçeyên wê Serêkaniyê, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temirê, tevlî meşê bûn. Girsê di meşê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan,  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star  û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin. Girseyê ji gundê Elokê yê Serêkaniyê dest bi meşê kir û li ber konê mertalên zindî li navçeya Serêkaniyê  Kantona Hesekê wê rawestin.    Meşê bi dirûşmên "Ji dagirkeriyê re na","Em ê axa xwe biparêzin" û "Em dagirkeriyê qebûl nakin" dest pê kir.      KOBANÊ      Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çarçoveya hemleya tevgera  Kongreya Star  a bi dirûşema "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ têk bibe" de li dijî êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê, di 8'ê  tebaxê de da destpêkirin, bi  dehan ji jinên partiyên siyasî; Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Demokrat a Kurd a Sûriye û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li qada jina azad kom bûn û daxuyanî dan. Endama rêveberiya meclisa PYD`ê Rohat Mele Xelîl daxuyanî xwend û got: "Di demeke ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek aram û azad de dijîn, dewleta tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixê û êrîş dike. Dewletq tirk bi vê helwesta xwe dixwaze ji bo xwe zemîna herêma ewle ava bike û herêmê dagir bike.   Armanca van gefan têkbirina aramî, ewlehî û hilweşandina pergala demokratîk a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku êdî bûye modela hevjiyana azad û wekhev. Bangawaziya me ji raya giştî ya cîhanê, Netewyên Yekbûyî, raya giştî ya Sûriyê û hêzên Koalisyona Navneteweyî  re heye ku li rex gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û li dijî êrîşîn dewleta tirk tedbîran bigrin. Divê ku civaka naveneteweyî hewl bide ku guftogoyên siyasî bi beşdarbûna hemû hêzên civakî û siyasî yên li Sûriyê ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk li herêmê, pêş bikevin.  Em bang li malbatên xwe û hemû jinên azad ên cîhanê dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û li hember gefên Tirkiyê yên li dijî heremên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin rawestin."   Daxuyanî bi dirûşma "Ji dagirkeriyê re na", "Jin jiyan azadî", bi dawî bû.