Stenbolî: Li dijî darbeyê bêdeng nemînin wekî 23'ê Hezîranê bi hevre têbikoşin 2019-08-25 15:22:24   STENBOL - Welatiyên Stenbolî bertek nîşanî tayînkirina qeyûmanan a Şaredariyên HDP’ê yên Amed Mêrdîn û Wanê dan û xwest her kes li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin. Stenboliyan anîn ziman ku qeyûm darbeya li dijî vîna gel e û wiha gotin: “Em bi hevre têbikoşin û li dijî vê darbeyê bêdeng nemînin."     Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Welatiyên Stenbolî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û destnîşan kirin ku qeyûm li dijî vîna gel e. Welatiyan bang li hemû kesan kir û xwest li dijî qeyûman bi hevre têkoşînê pêş bixin.    EM Ê LI DIJÎ VÊ BÊ EDALETIYÊ DERKEVIN   Welatiya Stenbolê Maşallah Beyret, diyar kir ku tayînkirina qeyûm nayê qebûlkirin û got: “Bila hemû dinya alem bizanibe ku emê li dijî vê bê hiqûqî û bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin. Ger ku qeyûm serkeftî bûna wê di hilbijartina dawî de dîsa qezenç kiribûya. Di hilbijartinê de dîsa gel bi ser ket û qeyûm têk çûn. Gelê Kurd dîsa vîna xwe teslîmî nûnerên xwe kir. Dewletê bi vê polîtîkayê rûyê xwe yê rast nişan da. Bila Erdogan û Suleyman Soylu bizanibe ku di sala 1071’an de dema Tirk hatin welatê Kurdan, Kurdan ew bi hurmetî pêşwazî kir. Rizgariya wan jî bi Kurdan ve girêdayî ye. Bijî vina gelê Kurd."    ‘ÊN LI BER XWE BIDIN WÊ BI SER BIKEVIN'   Welatiya Stenbolê Fîlîz Keskîn, xwest dayikên deng didin têkoşîna li li Herêma ji bo xwe mînak bigirin û wiha axivî: "Divê em jî deng bidin wan. Divê em li hemberî qeyûm bêdeng nemînin. Heta jin azad nebin, azadî nayê cîhanê. Qeyûm darbeya li dijî vina gel e. Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin."    ‘EM VÊ PERGALA FAŞÎST RAWESTÎNIN'   Welatiyê Stenbolê Hafit Tunç jî xwest her kes li dijî qeyûman rabin ser piyan û wiha got: "Bi zorê dest danîn ser şaredariyan. Divê gelê Kurd û Tirk li pêş deriyên şaredariyan bibin yek. Em qeyûman qebûl nakin û nas nakin. Em bi hevre vê pergala faşîst rawestînin"    ‘HIQÛQ JI BO HER KESÎ LAZIM E'   Welatiyê Stenbolê Seyithan Kirmizi ji anî ziman ku hiqûq ji bo her kesî lazim e û wiha axivî: "Wezîrê Karên Hundir dibêje 'Li wir dengê qirêj hene' Ger ku yek dengê milyonan qebûl neke ew ne wezîrê wê girsê ye. Di serdema qeyûman de kê rant pêşkêşî hevkarên xwe kir? Ger ku wisa bê hiqûqû tev digerin, li vî welatî hiqûq ji bo her kesî lazim e. Divê kes li hemberî vê darbeyê bêdeng nemînn. Em wekî 23'ê Hezîranê bi hevre tebikoşin."