Hevserokê Mala Gel: Wê nikaribin heviya me tune bikin 2019-08-25 14:46:28   AMED –  Hevserokê Giştî ya Mala Gel Nuri Gunay, di roja 7'an de tev li çalakiya li Amedê bû û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Gunay, anî ziman ku gelê Tirk jî li dijî darbeyê ye û wiha got: "Tu serdemên tarî wê nikaribin biryara me û heviya me tune bikin."    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Di heman şevê de li 29 bajaran operasyona helwext li dar xistin û 418 kes binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Li Amedê jî hilbijêrên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk 7 rojin li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyan li dar dixin. Îro dîsa endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê li Kolana Lice kom bûn û çalakiya xwe ya rûniştinê di roja 7’an de berdewam kirin. Dîsa gelek parlamenterên HDP'ê, Hevseroka Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevserokê Mala Gel Nuri Gunay, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî amade bûn. Çalakî îro saet di 11.00'an de dest pê kir. Girsê ewil çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê pankarta “Dest nedin vîna me" vekirin û dirûşmeyên “Amed vîna me ye" berz kirin.    Ewil parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, diyar kir ku her roj saet di 11.00’an de dest bi çalakiyan dikin û heta saet 20.00’ê êvî bi çalakiya dengderxistinê berdewam dikin.    ‘GELÊ LAZ, TIRK Û EREB LI DIJÎ QEYÛM IN'   Hevserokê Giştî ya Mala Gel Nuri Gunay, di roja 7'an de tev li çalakiya li Amedê bû û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Gunay, diyar kir ku gelê Tirk, laz û ereb li dijî darbeyê ye û wiha got: "Me ji Derya Reş, Derya Spî, Mêrdîn, Edene slavên gel anîn Amedê. Kî dibêje biryara gel di nava tayînkirina qeyûm de heye derdewan dikin. Ne Laz, ne Tirk, ne jî Ereb biryara qeyûm derê dikin. Hemû li dijî biryara qeyûm in. Li her derê daristan tê şewitandin. Li Îzmirê gelê diçin daristanê dişewitînin rastî êrîşan tên. Êrîşî gelê diçin daristanê vedimirînin dikin. Me biryar da. Emê biratiyê û aştiyê ava bikin. Biryara gelê Tirkiye avakirina aştî û biratiyê ye. Bijî biratiya gelan. Bijî têkoşîna hevpar a gelan."   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî wiha got: "Ez ne wekî wekîlia HDP’ê, wekî sosyalîstek ji Balikesirê li cem gelê Amedê chê xwe digirim. Em soza mil bidin milên hev didin. Ev têkoşîna jinan e. Yên qeyûm tayîn kirine dtibêjin 'Ez hiqûqê nas nakim' 'Ez vê têkoşînê nas nakim' Ev têkoşîna me li dijî yên vîna gel nas nakin e. Em ê bi ser bikevin gel wê bi ser bikeve."    Piştre 10 deqîqeyan bi çalakiya rûniştinê berdewam kirin.