Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da 2017-11-25 18:42:58 DERSIM – Gulîzar Gun, hevjîna Kemal Gun ku ji bo cenazeyê kurê xwe yê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû wergire 90 rojî ket greva birçîbûn, jiyana xwe ji dest da. Gulîzar Gun, hevjîna Kemal Gun (71) ku ji bo cenazeyê kurê xwe Mûrat Gun ê di 7’ê Mijdara 2016’an de li herêma Geliyê Çatê yê Dersimê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da wergire 90 rojî ket greva birçîbûn, jiyana xwe ji dest da. Gun, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da û wê li navçeya Xinis a Erziromê bê definkirin.