7 rojin li Amedê çalakî didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin 2019-08-25 13:08:23   AMED - Çalakiyên li Amedê yên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 7’an de didomin. Li aliyekî polisan 7 rojin avahiya şaredariyê dorpêç kirine, li aliyê din hilbijêrên HDP’ê çalakiyên xwe yên li kolanan berdewam dikin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Di heman şevê de li 29 bajaran operasyona helwext li dar xistin û 418 kes binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Li Amedê jî hilbijêrên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk 7 rojin li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyan li dar dixin. Îro dîsa endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê li Kolana Lice kom bûn û çalakiya xwe ya rûniştinê di roja 7’an de berdewam kirin. Dîsa gelek parlamenterên HDP'ê, Hevseroka Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevserokê Mala Gel Nuri Gunay, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî amade bûn.    Girsê bi tilîlî û dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dema Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, hat nava girsê bi dirûşmeya “Amed bi te serfiraz e" berz kirin.    Polîsan serê sibê dîsa avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kir. Polisan dîsa rêya Kolana Xarpêtê û bi maşîneyên zirxî û TOMA li trafîkê girt. Polîsan rêya Lîse ku diçe ser Kolana Xarpêtê bi barîyeran girt.    Çalakiya rûniştinê didome.