Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Me duh AKP têk bir emê îro jî têk bibin 2019-08-25 12:51:04   WAN – Endamên Meclîsa Ciwanan HDP'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Tekoşîna me ya li dijî qeyûman wê bidome. Duh me tifaqa AKP-MHP’ê têk bir emê îro jî têk bibin."    Bertek û nerazbûnên li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku ev yek ji bo şikandina vîna gelê Kurd e. Ciwanan destnîşan kir ku wan duh îktîdara AKP-MHP'ê têk biriye û wê îro jî têk bibin.    HETA QEYÛM BIÇE WÊ TEKOŞÎN BIDOME   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Husamettîn Tanrikulu, diyar kir ku piştî AKP'ê nekarîbû li Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bîne, 3 şaredariyên HDP'ê yên di 31'ê Adarê de bi dest xist qeyûm tayîn kir. Tanrikulu, da zanîn ku di heman rojê de zêdeyî 400 kes hatin binçavkirin û wiha axivî: "Ev yek darbeya siyasî ye. Îktidar bi rêya medya vê operasyonê pêş dixe. Ciwanên kurd di zanebûna van operasyonan de ye. Gelê Kurd êdî hişyar bûye. Gel wê li her qadê di pêşengiya ciwanan de têbikoşe. Heta qeyûm biçe têkoşînê bidome. Divê ciwan li her kolan û qadê li dijî polîtîkayên Qeyûm dengê xwe bilind bike. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin."    Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ferhat Kalkan jî anî ziman ku îktidarê ji ber têkçûna 31'ê Adarê qebûl nekir qeyum tayîn kir û wiha got: Ger ku em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî her derê bikin. Berteka me ne tenê li dijî qeyûm e. Li dijî feraseta faşîzm te. Ger ku em îro bêdeng bimînin wê sibê qeyûm tayînî mala me bike. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî feraseta qeyûm dengê xwe bilind bikin. Îro roja yekîtiyê ye. Çawa me di 23'ê Hezîranê de tifaqa AKP-MHP'ê têk bir emê dîsa wan têk bibin."