'Li aliyekî weşana kurdî dikin, li aliyekî dijminantiya Kurdî dikin' 2019-08-25 12:06:47   AMED - Platforma Zimanê Kurdî, helwesta hikûmet û îktîdarê ya li dijî kurdî rexne kir û xwest dest ji dijminantiya Kurdî berdin. Platformê anî ziman ku li aliyekî biryara qeyûm bi kurdî belav dikin û li aliyê din Kurdî qedexe dikin û got: "Em Kurd doza zimanê xwe dikin. Bila ji kerema xwe re tu kes dijminayetiya zimanê Kurdî neke."    Platforma Zimanê Kurdî li dijî helwesta hikûmet û dewletê ya li dijî Kurdî bi daxuyaniyek nivîskî bertekên xwe anîn ziman. Platformê di daxuyaniyê de anî ziman ku disa weke hercar di vê dema dawî de gelek helwestên xerab der bara zimanê Kurdî de pêş dikevin û wiha cih da daxuyaniyê: "Her kes li gorî nezanî û çewtiyên xwe der heqa zimanê Kurdi de bêserûbêr daxuyaniyan didin. Peyaman pêşkêş dikin, helwestan pêşdixin û mafên axaftin û nivîsandina Kurdî dixwazin asteng bikin. Lê bila hemû kes û sazî bizanibe ku ev helwesteke şaş e. Pêşi li Şaredariya Bedlîsê li ser zimanê Kurdî helwestên kêfî pêş xistin. Pişt re poşman bûn û hicetên teramera pêşkêş kirin. Li hinek deveran navê kolan, tax û tabelên bi Kurdi guhertin. Hinekan xwestin nav û şopên Kurdi tunebikin. Hinekan xwestin ku dijminayetiya xwe bi Kurdan re di wan mijaran de pêşbixinîn."    LI ALIYEKÎ ÎNKAR LI ALIYEKÎ DAXUYANIYA KURDÎ   Platformê helwesta Wezîrê Karên Hundir a li dijî Kurdî jî rexne kir û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Gava ku Wezareta Hundirî qayum danîn ser sê Şaredariyên Kurdan, biryara xwe di malpera wezaretê de bi Kurdî jî belavkirin! Ango li aliyekî qedexe û zordestî, kêfîbûn û înkarkirin, li aliyê din Wezara Hundirê biryarê xwe bi Kurdî belav dike! Dîsa, piştî ku Walîyê Wanê bû qayûm li ser Şaredariya Wanê, wîna ji hema demildest di malpera şaredariyê de nivisandina twiterên bi Kurdî qedexe kirin. Bi rasti li miqabilî wan helwestan mirov dikeve nava mitalan: Gelo ev çi dirûtiye, ev çi maf û hûqûq nenaskirine, ev çi sergêjekiye? Çima her alî dixwaze li zer zimanê Kurdî xitimandin û derûniya xwe bide der? Kî ji kê re çi şelafiyan dike? Ew ên ku bi vê rêya hanê dixwazin kevneperestî, nejatperestî û dijminayetiyê bi Kurdan re bikin, bila zanibin ku ew di nava helwestên çewt de ne û tu kes jî nikate sûdê ji wan biryarên çewt bidest bixîne."    'EM PLATFORM VAN HELWESTAN ŞERMEZAR DIKIN'   Platforma Zimanê Kurdî herî dawî helwestên teramera şermezar kirin û wiha bi dawî kirin. "Em wekî Platforma Zimanê Kurdî ve helwestên teramera şermezar dikin. Ji dewletê dixwazin ku helwesta xwe der bare zimanê Kurdî de zelal bike. Peyamê dewlet û saziyên dewletê divê werin zelal kirin. Divê helwesteke tebût were pêşkêş kirin. Li aliyeke dewlet weşana TRT bi Kurdî dike, li aliyekî li Zanîngehan beşên Kurdi hene, li dibistanan derza bijarte heye û li aliyekî jî dijminayetî bi zimanê Kurdi re tê kirin. Ji ber wan sedeman em çareke din dubare dikin; zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Divê zimanê Kurdi bibe xwediyê statûyeke hıqûqî. Ji bona çareseriya wan pirsgirêkan divê dewlet sazîya zimanê Kurdî bi fermî damezrîne. Şelûlibûn divê ji holê rabe. Encax wisa pirsa zimanê Kurdî normalîze bibe, bibe civakî û mafekî xwezayî. Em Kurd doza zimanê xwe dikin! Em Kurd ne li dijî zimanê tu kesan e, bila ji kerema xwe re jî tu kes dijminayetiye bi zimanê Kurdî re neke. Yên ku dijminayetiyê bi zimanê Kurdi re bike, dijminayetiyê bi Kurdan re dike. Bila ev wilo bê zanîn!"