Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê 2019-08-25 11:35:39   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand polîtîkayên bêcezakirinê û got: “Ji ber kesên sûc dikin nayên cezakirin îhlal zêde dibin. Ji ber pêkanînên keyfî êdî girtî nikarin xwe bigînin lêgerîna edaletê."     Li girtîgehan binpêkirina mafan roj bi roj zêde dibe. Têkildarî zêdebûna îhlal û cezayên girtiyan Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî, ji ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxand. Yolerî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên li dijî hiqûqê pêş dikevin û wiha axivî: "Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Li girtîgehan lêdan û îşkence bê navber pêş dikeve. Mafê girtiyan ê dermankirinê tê astengkirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Rayedarên girtîgehê mecbûr in ewlehiya girtiyan bistînin. Li girtigehan rêjeya mirinê zêde bûye. Mirinên bi şik wekî 'întîhar' derbasî qeydan dikin. Di nava girtiyan de jî îşkence û lêdan pêş dikeve. Rêveberiya girtîgehê vê bêcezakirinê wekî riza nişan dide. Astengikiran tundiyê pirsgirêka rêveberiya girtîgehan e. "    TECRÎD DIDOME   Yolerî, destnişan kir ku li girtîgehan tecrîd didome û wiha lê zêde kir: “Mafê girtiyan ê tenduristî, werzîş, sohmet, name, rojname û kovan tê astengkirin. Neheq û bê sebeb cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Girtiyên der barê neheqî û cezayên neheq de daxwaznameyan dişînin, daxwaznameyên wan nagêjin cihê xwe. Nikarin xwe bigînin mekanizmayên edaletê. Daxwazname û nameyên wan bi mehan tên rawestandin. Girtiyen nexweş demek dirêj naşînin nexweşxaneyan. Sewqa girtiyên nexweş pir deng dikin. Ji ber girtî nayên dermankirin bi nexweşiyên giran ên talûke dikevin. Hêj girtiyan bi kelepçe dibin tedawî dikin. Pêkaninên derhiqûqî didomin. Di serdema OHAL'ê de binpêkirina mafan ji sedî 300 zêde bû. Her sal binpêkirina mafan li girtîgehan zêde dibe. Di nameyên ku em ji girtiyan digirin de dibêjin 'Li gel ku min 4 caran name nivîsî we bersiv neda' Destûr nadin ku nameyên wan bigêjin me. Ev jî nîşan dide ku binpêkirinên mafan zêde ne.