Mizrakli bersîva 'Kandîlê' da Erdogan: Bêbextiyê neke 2019-08-25 10:59:35   AMED - Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan tayînkirina qeyûman bi gotina “Pereyan dişînin Qendîlê" û parastina xwe kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli bersîv da Erdogan û got: "Hemû lêçûn û hatin ji aliyê wezîrê Karên Hundir ve tê şopandin. Tiştekî wisa tune ye. Bêbextiyê nekin"    Wezîre Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girtin û li şûna wan waliyên bajaran tayîn kir. Bertek û nerazibûnên gel 7 roj in li kolanan didomin.  Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan tayînkirina qeyûman bi gotina “Pereyên ku bi bacan tê tevan dişînin Qendîlê. Em nikarin vê yekê temaşe bikin" û parastina xwe kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli bi Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî û bersîv da Erdogan û got: "Hemû lêçûn û hatin ji aliyê wezîrê Karên Hundir ve tê şopandin. Tiştekî wisa tune ye. Bêbextiyê nekin. Êdî bêbextî û Şiltaxiyên wan di çuwalan de hilnayên. Tu rastiya vê yekê tune ye. Bu belge û şopa vê yekê tune. Koka wê tune. Ji roja em hatine hilbijartin heta niha em berpirsiyarê ax, kevir, av û mirovên vir in. Me hemû kar û xebatênk xwe li gorî mevzuata hiqûqê kiriye. Hemû kar û xizmeta ku şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dikin ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tê şopandin. Di kompîtûra wî de di heman rojê de xuya dibe."    ME 73 MÎLYON DEYN DA   Mizrakli, anî ziman ku di nava 4.5 mehan de 73 milyon TL deyn dane û wiha got: "Di 3 olên heq de dibêjin 'Bêbextiyê nekin' Bêbextî guhenê herî mezin e. Rûyê xwe reş dikin. Mafê kesî tune bêbextiyê li kesekî din bikin. Ger ku em bi hevre bijîn divê hebûna me û vîna me qebûl bikin. Em her dem li Tirkiye ji bo bi hevre bişîn têdikoşin. Ji bo ve yekê me her dem cihê xwe li cem heqîqet û edaletê cih girt. Em ji wan dixwazin ku li gorî hiqûq, edalet û demokrasiyê tev bigerin. Em ê vi mafê xwe yê edalet, hiqûq û demokrasiyê heta dawî biparêzin."    MA / Adem Baran - Fahrettin Kiliç