Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î? 2019-08-24 16:40:32 AMED - Li Amedê çalakiyên şermezarkirina qeyûm di roja 6’an de berdewam dike. Rêvebera Navendî ya SYKP'ê Satiye Ok, bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir û got: “Tu çima neaxfivî û bêdeng î? Ger ku bi axive wê AKP di bin de bimîne" Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan jî got: “Ger ku em îro bêdeng bimînin wê sibê wekîltiya li TBMM’ê jî tune bihesibînin."    Li Amedê çalakî di roja 6'emîn de didomin. Gelê Amedê piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de peyama “Em li ser pêyan in’ dan û banga têkoşîna hevpar kirin.Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî dagirkirina qeyûman biryara çalakiyên bê navber da îro jî li Cadeya Lîseyê çalakiya rûniştinê lidarxist. Çalakî 2 saetan dom kir û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede îradeya min” hate vekirin û girseya gel bê navber dirûşmeyên “Li dijî qeyûm mil bide milê hev” , “Qeyûm wê biçe, em ê serbikevin” û “Bê Amed Jiyan Nabe” berz kirin. Wekîlên HDP’ê, saziyên civaka sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan axivî û wiha got; “Tevî her tiştî em li ser pêyan in. Destlênedana li ser wekîlên me rakirin, sûc kirin, hevserokên me xistin girtîgehan; em ne hilweşiyan. Me dîsan li ber xwe da, em çûn hilbijartinê; Amed, Wan û Mêrdinê îradeya xwe hilbijart. Erdogan di axaftina xwe ya duh de dîsan hevşaredarên me tometbar kir. Dozgerên FETO’yê jî nabêjin ‘ji çiyê re pere şandin’ em qebûl nakin. 3 sal derbas bûn li holê belgeyek jî tuneye. Hevşaredarên me beriya 4 mehan hatin hilbiajrtin ku qeyûman bi mîlyaran deyn di şaredariyan de pêk anîn wê çawa bişînin çiyê?.”   ‘EGER BÊDENGÎ ÇÊBIBE WÊ SÛCÊN XWE BIDOMÎNIN’   Paylan bi domdarî got; “Erdogan û Bahçelî li ser rêya Talat Paşa ne. Qirkirina Ermenan îmze kirin, ev jî Osmanî hilweşand û Anatolya Navîn ber bi kaosê ve bir. Ew jî bi heman şêweyî didomînin. Dema hilbijartina Stenbolê betal kirin ne ku em gelek ji CHP û Îmamoglû hez dikin,em HDP’yî em ligel demokrasiyê bûn. Eger ji qeyûman re Tirkiye û cîhan bêdeng bimîne wê sûcên xwe bidomînin. Wê gef li ser hemû siyastemedaran hebe. Em Amed em li ser pêyan in û em ê qeyûm bişînin. Divê her kes li dijî qeyûm deng derbixe.”   BANG LI DAVUTOGLU KIR: TU ÇIMA NAPEYIVE   Rêvebera Navendî ya SYKM'ê Satiye Ok tevli çalakiyê şermezarkirina qeyûman bû û bang li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kir û wiha got: "Erdogan bersîvê dide Serokomar. Em ne xerîbê ve yekê ne. Em vê yekê di salên 1996’an de ji axaftinên Mehmet Agar dizanin. Davutoglu dizane ku bipeyive wê AKP di bin de bimîne. Ji ber vê yekê em ji Davutoglu re dibêjin bipeyive. Tu li benda çiye? Di 5'ê Hezîranê de li Amedê teqîn çêbû. Di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê teqîn çêbû. Di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê teqîn çûbû. Ji ber van teqînan bi sedan hevalên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hevalên me seqet man. Em ji Davutoglu dipirsin tu çima napeyive?"    Pişti axftinan çalakiya Kolana Lise  bi dawî bû.