‘Duh qetil dikirin îro xezp dike' 2019-08-24 15:46:30 NAVENDA NUÇEYAN - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Îzmirê aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku feraseta di salên 90’an de Kurd û dostên Kurdan qetil dikirin, niha qeyûm tayînî ser vîna wan dike û mafê wan xezp dike."    Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Îzmirê bi boneya winda bên dîtin û kujer ben darizandin çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam kirin.    AMED   Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD'ê ya Amedê, di hefteya 550'î de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û bi şîara “Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kir. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan rakirin û pankarta "Bila winda bên ditîn û kujer bên darizandin" vekirin û çalakî berdewam kirin. Parlamenterên HDP'ê û xizmên windayan amade bûn. Ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku têkildarî binpêkirina mafan darizandinek bi bandor nehatiye kirin û wiha got: "Em dixwazin darizandinek bê kirin. Di salên 90’î de Kurd û dostên Kurdan dihatin windakirin û qetilkirin. Dewlet îro vina gelê Kurd ji nedîtinê tê û vîna gel xezp dike. Tayînkirina qeyûm a 19'ê Tebaxê ya Amed, Mêrdin û Wanê bê hiqûqî, bê edaelti û neheqî ye. Darbeya li diji vina demokratîk e.    Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz jî diyar kir ku qeyûmên berê şaredarî di bin deynan de hiştin û çûn û got: "Niha pergala Hevserokatiyê glî dikin. Hevalên me tev bi hilbijartinê hatin hilbijarin. Pergala Hevserokatiye ji bo me pergalek ku nebe nabe ye."    Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Gurbet Yavuz, ji piştre çîroka Mesut Dundar ê di Tîrmeha 1992’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat winkirin xwend. Yavuz, anî ziman ku piştî demekê Mesut Dundar winda bû û piştre di 6'ê Îlona 1992'an de destê wî li pişt wî girêdayî kuştî hat dîtin. Li gori şahidan yên cenazeyê Mesut anîne yek jê polîs û 3 kesen çekdar in. Der barê kuştina Dundar de DMME Tirkiye mahkum kir."    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan û rêveberên ÎHD'e li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan di hefteya  456'an de disa li hev kom bûn. Malbat, parazvanên mafên mirovan, endamên OHD, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin. Malbatan wêneyên windayan rakirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yidiz, ewil Dayika Şemiyê Elmas Eren bibîr anî û sersaxi xwest.    Piştre parazvanê mafê mirovan Mahfus Akgul, Aqûbeta Îbrahîm Kartay ê di 15'ê Tebaxa 1994'an de li Navçeya Hênê hat windakirin pirsîn. Malbatan piştre çalakiya runiştinê ya 5 deqîqeyan li dar xist u belav bûn.    ÎZMÎR    Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê yên Îzmirê jî aqûbeta Hayrettin Elmas pirsîn.  Dîsa xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi pankarta "Winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin û li pêş Sumerbank a Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamenterên HDP û gelek kesên din jî tev li çalakiyê bûn. Endamê ÎHD'ê Denîz Bayrak aqûbeta Hayrettin Eren xwend û wiha got: "Me vê hefteyê dayika Hayrettîn Eren Elmas Eren winda kir. Jiyana Elmas Eren wê ji bo dîroka welatê tari bibe ronahî. "