Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin 2019-08-24 15:22:20 AMED - Mehmet Akar ku malbata wî bi angaşta ku "revandine çiyê" li ber avahiya HDP'ê Amedê çalakî li dar dixist, dema ku ji bo îfade dayînê çû Miduriyeta Polisan a Amedê, hat binçavkirin. Li ser vê yekê malbatê çalakiya xwe bi dawî kir û çû Miduriyeta Polisan a Amedê.   Hacer Akar ku li navçeya Sûrê ya Amedê rûdinê, bi angaşta ku kurê wê Mehmet Akar (21) ketiye avahiya HDP'ê ya Bajar a Amedê û careke din jê derneketiye û ew "revandine çiyê", 3 roj in li ber deriyê avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê li dar dixist. Li ser çalakiya Akar, Ajansa Anadolûyê (AA) jî li ber derê HDP'ê kon veda û nûçeyên bi rengê "Bi angaşta ku kurê wê revandine çiyê li ber derê HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kir" domand.    Mehmet Akar ê ku AA'yê ew "derxist çiyê" têkildarî çalakiya malbat û nûçeyên derbarê xwe de xwe gihandibû ajansa me û daxuyanî dabû. Lê li gel vê yekê jî AA'yê nûçeyên xwe yê derbarê mijarê de domand.    ÇÛ ÎFADE DAYÎNÊ HAT BINÇAVKIRIN   Akar ku li dijî zewaca xwe ya bi darê zorê ya malbata xwe ji malê derket, dema ku ji bo têkildarî mijarê îfade bide çû Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê, hat binçavkirin. Li ser vê yekê malbata Akar jî çalakiya xwe ya li pêşiya HDP'ê bi dawî kir û çû Miduriyeta Polisan a Amedê.   Apê Akar Abdûllah Akar piştrast kir ku braziyê wî Akar li Miduriyeta Polisan a Amedê ye. Ap Akar destnîşan kir ku Akar daxuyaniyên ku daye ajansa me li Miduriyeta Polisan a Amedê jîş dubare kiriye û ev tişt got: "Me ew dît. Tenduristiya wî baş e, tu gumaneke me tuneye. Neçûye çiyê, li bajar bûye. Axaftinên xwe yên berê didomîne. Dayik û bavê wî jî ew dîtin. Niha dayika wî li cem wî ye. Em jî niha diçin mala xwe."