TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin 2019-08-24 14:35:50 ÊLIH - Bi pêşengiya TJA'yê ji bo Emîne Bulut a ku ji aliyê Fedai Baran ve hat qetilkirin daxuyanî hat dayin. TJA'yê diyar kir ku dê bibin Amed, Kirikkale, Konya, Êlih û bi hev re têbikoşin û sistema ku her roj şidetê dike biguherînin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Emine Bulut a ku 4 sal berê dev ji Fedai Baran berdabû û ji aliyê wî ve hat qetilkirin, daxuyanî da. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, aktivîstên TJA'yê Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Songul Korkmaz beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê hat dayin. Pankarta li ser nivîsa “Ji bo veguhertin û azadiyê tu jî rabe” nivîsandî hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA'yê Derya Aslan ve hat dayîn.    'ZILMA MÊR TEŞ^HIR DIKIN'   Aslan diyar kir ku dewlet di bin navê namûsê de her cureyên şidetê rewa dike û wiha got: "Em şideta mêr a ku zilmê li jinê dike û jinê dike kol e teşhir dikin. Emîne li ber bi dehan çavên mirovan hat qetilkirin. Gotina Emîne ya herî dawî 'ez naxwazim bimirim' bû. Me bihîst ku jina bi navê Emel Hac Huseyin a ku li Êlihê ji aliyê mêrekî din ve hat birîndarkirin jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Li vî welatî di 17 salan de 15 hezar jinî jiyana xwe ji dest dan. Sedema vê yekê polîtîkayên îktidarê yên dijminê jinê ne. Kesên li dijî cinayeta jinan bêdeng dimînin sûcdar in."   'EM QEBÛL NAKIN'   Aslan anî ziman ku hedefa qeyûman a yekem li dijî sistema hevserokatiyê ye û axaftina wiha bi dawî kir:" Em dizanin ku ji bo çi êrîşî jinên parlamenter ên HDP'ê dikin. Em polîtakayên şîdetê red dikin. Em qebûl nakin. Em serî natewînin. Em naxwazin bimirin."