ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî 2019-08-24 14:02:38   MERSÎN - ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER ku kongreya xwe ya yekemîn pêk anî, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.   Şaxa Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Çûkûrovayê (ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER) ya Mersînê, 1'emîn kongreya xwe ya asayî bi şîara "Bi rihê berxwedêr ê zindanan" li bînaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mersînê, pêk anî. Hevserokê Bajar ê HDP'ê yê Mersînê Mûstafa Işik diyar kir ku TÛHAY-DER'ê di çalakiyên şikandina tecrîdê de roleke girîng leyîstiye û wiha got: "Ji bo ku tundî û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe, em ê toreke hê bi hêztir a berxwedanê ava bikin."   Dayika Aştiyê Meryem Erbey jî diyar kir ku komele deng û bêhna di navbera dayik û hemû girtiyên di zindanan de ye.    Piştî axaftinana rêveberiya ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER'ê hat diyarkirin. Ji bo hevserokatiya komeleyê Sumeyye Îpek û Zahîr Akalim hatin hilbijartin.