Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir 2017-11-25 16:20:11 SEMSÛR - Wekîlê HDP'ê Behçet Yildirim, der barê êrîşa li dijî titûnvan û binçavkirina 101 kesî de axivî û ev tişt got: "Hêza bê ser û ber û hişk a polîsan bû sedema provokekirina girseyê." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê li Otela Bozdoganê civîna bi taştê ya çapemeniyê lidarxist. Wekîlê bajêr Behçet Yildirim jî beşdarî civînê bû, der barê qanûna titûnê ya şidin Meclisa Tirkiyeyê de axivî û êrîşa polîsan anî rojevê.   ‘GEL LI DIJÎ BACÊ NÎNE’   Yildirim aşkera kir ku hilberînerên titûnê nikarin berhemên xwe bifiroşin û wiha got: "Me li meclisê berteka xwe anî ziman. Me projeyên xwe yên alternatîf pêşkêşî hikumetê kir. Li ser daxwazên titûnvan û firoşkaran, di bin 11 xalan de pêşniyarên wan ji hikumet û Wezareta Maliyeyê re hat ragihandin. Me diyar kir ku gel ne li dijî bac dayînê ye, lêdivê ev bi qanûnekî bê parastin. Mixabin ji bo vê qanûnek derneket, dê roja Sêşemê dengdayîn pêk bê. Ihtimalek mezin dê wisa derkeve."   ‘ALÊN TIRK KÎ DA DESTÊ WAN’   Yildirim destnîşan kir ku ew jî guh çûye qadê û bi titûnvanan re xwestine daxuyaniyê bidin, lê berî daxuyaniyê bi hezaran titûnvan di bin êrîşa gaz, ava şid û copan de mane, wan xwestiye bi rêya telefonê li Waliyê Semsûrê bigerin, lê walî bi gotinên wekî "Me ev meş nexwestiye, kesî destûr ji me nexwestiye. Ew al kî dan destên wan." Yildirim aşkera kir ku piştî bûyer mezin bûne, ew çûye walîtiyê, lê walî nexwstiye bi wan re hevdîtinê bike.   ‘HÊZA BÊ SER Û BER BÛ SEDEMA PROVOKASYONÊ’   Yildirim bal kişand ser daxuyaniya Waliyê Semsûrê ya ku digot "(...) provokatorên rûyên wan girtî bi bombeyên gazê û keviran êrîşê hêzên ewlehiyê kirin..." û ev tişt anî ziman: "Yên provokator hilberînerên titûnê ne? An yên bi derew û xeletiyan dibêjin ku bi gazê êrîşê polîsan kirine. 101 kes hatin binçavkirin. Serokê AKP'a bajêr dibêje ku 'Li derveyê bajêr hin kes hatine' û daxuyaniyek wiha daye. Kesên di bin çavan de agahiyên nasnameyên wan diyar e. Dixwazin dikarin ji emyetê bigirin." Yildirim got ku "Ev li pejna Semsûrê nayê" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke walî biçekî baş nêzîk bûya, dê ev tablo derneketa holê û bi daxuyaniyekî biqediya. Heke di çalakiyê de behsa provokasyonê dikin, êrîşa hêzên ewlehiyê provokasyon e."