Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin 2019-08-24 13:12:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî têkildarî civîna QSD'ê ya bê lidarxistin, destnîşan kir ku ew ê rewşa hêzên xwe binirxînin û got: "Em ê bi vê civînê bingeha eskerîya ku ewlehiya Sûriye mîsoger bike aava bikin. Bêyî Efrînê ne pêkan e aştî li Sûriyê pêk bê. Em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re dan û standinê bikin."     Civîna salane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Hesekê dest pe kir. Civîn li bajarê Hesekê bi beşdariya 600 nûnerên QSD`ê, partiyên siyasî û mêvanên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi axaftina fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Abdî dest pê kir. Mezlûm Ebdî wiha got: "Piştî me û Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê serkeftin bi dest xistin, îro em civîna salane ya QSD`ê bi rê ve dibin, civîn ji bo nirxandina serkeftinên leşkerî û siyasî ku hatine bidestxistin her wiha nirxandina kêm û kurtiyên da ku em bingehên oparasyonên leşkerî yên pêngava bê deynin, anku piştî têkçûna DAIŞ`ê, mîsogeriya aramî û ewlehiya li hemû herêmên Sûriyê pêk ve."   CIVÎN GARANTIYA PÊŞEROJA SÛRIYE YE    Mezlûm Ebdî wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev civîn dê bingeha avakirina hêzeke leşkerî û garantiya Sûriyeke azad û hevgirtî be, em îro bi şerê gefan li pêşeroja me dixwe rû bi rû dimînin, di serî de şerê li dijî DAIŞ`ê ku hêj israra wêrankirina vî welatî dike, em li vir dibêjin pêngava nû zehmet û cetin e, nexasim ku şaneyên DAIŞ li herêmê û herêmên niştecih lê bic dibin hene, lewma rojeva sereke ya vê kombûnê, şerê li dijî DAIŞ`ê ye."   Mezlûm Ebdî îşaret bi berxwedana li dijî DAIŞ`ê kir û wiha anî ziman: "Di heman demê de em Koalîsyona Navdewletî teşwîq dikin ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ`ê bibin, da ku serkeftin pêk were."   BANG LI TIRKIYE KIR   Ebdî da zanin ku wan berê jî tekez kiribû ku êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bandoreke neyînî li şerê Hêzên Sûriya Demokratî yên li dijî DAIŞ`ê kirin û wiha axivî: "Gefên Tirkiyê li ser hêzên me planên hêzên me û hêzên kaolîsyona Navdewletî yên têkbirina DAIŞ`ê asteng dikin. Em li vir bi hevkariya bi DYA`yê re hemû hewldanên diyalogan bi dewleta Tirk re dikin,  der barê mîsogeriya aramiya herêmê li hevkirinên pêşekî hene, ku ew jî diyarkirina nuqteyên li ser sînor e û dê ji oprasyonê re erênî be. Ji bo serketina proseya aştîtiya navbera me û Tirkiyê de, Efrîn gaveke girîng e, ji ber vegera şêniyên ji xalên bingehîn in û bêyî wê ne pêkan e li Sûriyê aştî pêk were."   BANG LI ŞAMÊ KIR   Ebdî bang li hikumeta rejîma Sûriyê jî kir û got: “Di vê civînê de em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re dan û standinan bikin her wiha çareseriya siyasî li ser bingeha îtrafa bi Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk û îtîrafa bi mafên rewa yên gelên Kurd ên li Sûriyê be."   Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser jinûveavakirina sazûmaniya hêzên leşkerî û wiha anî ziman: "Me dest bi jinûveavakirina sazmûmaniya Hêzên Sûriya Demokratîk kiriye, me di vê qadê de gelêk serkeftin bi dest xistine, her wiha li hemû herêman me dest bi avakirian meclisên leşkerî kiriye û hêzên pisporane amade kirine. Îro jî di vê civînê de em ê proseya jinûveavakirina sazûmaniya Hêzên Sûriya Demokratîk bi mekanîzmaya avakirina meclisa giştî ku ji hemû meclisan re sîwan be, ava bikin."