Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin 2017-11-25 16:08:42 STENBOL - Çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 296'an de berdewam kir. Di çalakiyê de hat xwest ku Kemal Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê bê berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê, bi armanca balê bikîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 296’an de çalakiya “Rûniştina F” pêk anîn. Di çalakiya li ber Qada Galatasarayê pêk hat de, pankartên “Tecrît dikuje, bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin” û “Tecrît dikuje, piştevanî dide jiyîn” hat vekirin.      'GIRGÎGEHE KIRIN NAVENDÊN ÎŞKENCÊ’   Li ser navê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û wiha axivî: “Bi OHAL’ê re girtîgeh kirin kampên komkirinê, kampên karkirinê û navendên îşkencê. Nêzî 200 hezar kes girtîne. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekeme, girtîgeh evqas tije dibin. nêzî 50 hezar girtiyên edlî di şertên kuletiyê tên girtin û di cihên kar de bêmerhamet keda wantê îstîsmar kirin.”   'DI RECIFE Û PIRSGIRÊKA WÎ YA NIKARE DESTMÊJA XWE BIGIRE HENE'   Tanrikulu, têkildarî rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozelmali jî agahî da û wiha domand: “Ozelmali piştî derbeya 1980’î 7 salan di girtîgehê de dimîne û di sala 1990’an de cardin tê girtin û di sala 1999’an jî  beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya mirinê dibe. Bi zorê mudaxileyê Ozelmali dikin. Ozelmali jî bi nexweşxiya Wernicke Korsakoffê dikeve. Ji ber vê nexweşiya xwe ferq neke ku di girtîgehê deye. Tiştên ku dibêje bîr dike û kesên derdora xwe nas nake. Piyê wî yê çebê ji birîndariyê seqet dimîne. Mil, stû û piyên wî ditevizin. Denga xwe winda dike. Hevalên wî yên girtîgehê pêdiviyên wî yên rojane derbas dikin. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê tê girtin.”   'TIPA EDLÎ RAPORÊN CUDA DIDE'   Tanrikulu, di dawiyê de wiha got: “Parêzerê Ozelmali Beyhan Gunyelî ji bo cezayê wî bê rawestandin serlêdana serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da, lê daxwaza wê nehat qebûl kirin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedê ya Numuneya Edeneyê rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ da Ozlmanli. Berê jî ATK’ê derbarê Ozelmali di salên cûda de raporên erênê û neyînî dan. Ji Ozelmali bê dermankirin divê demildest bê berdan.”