Turkdogan: Çareserî bersîvdayîna banga Ocalan e 2019-08-24 11:11:22 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar ku îktîdara AKP'ê nikare nikare tayînkirina qeyûman îzah bike û wiha got: "Tayînkirina qeyûman bû sedema hêrsek mezin. Ev ne çareserî ye. Çareserî bersîvdayîna banga Abdullah Ocalan e."    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê nirxand û wiha got: "Ji peyvirgirtina Hevşaredaran û li şûna wan tayînkirina qeyûman darbeya mezin a li dijî demokrasiyê ye. Ev yek nenaskirina vîna hilbijîran e."    'QEYÛM DEST DANÎNE SER ŞAREDARIYAN E'     Turkdogan, tayînkirina waliyan a li şûna hevşaredaran wekî "Desteserkirina şaredariyan" pênase kir û wiha got: "Êv ne rewa û ne zagonî ye. Îktîdar dixwaze vê rewşê bi medya ku di bin kontrola wê de ye îzah bike. Wezîr qala têkilî û îltisakê dike. Di zagonên me de têgeha îltisak tune. Ger ku wê qala vê têgehê bikin divê li biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya di sala 2008'an de der barê AKP'ê de da binerin. Bila Soylu li biryara AYM’ê ya der barê AKP'ê di binere. Tirkiye êdî bi demokrasiyê nayê birêvebirin. Tayînkirina qeyûman dispêrin zagonên ku di serdema OHAL'ê bi KHK’ê sazkirin. Ev zagonên ku bi KHK'ê hatin guhertin û rastkirin ên rejîma OHAL'ê nin.    ‘DIVÊ JI NÛVE PÊVAJOYA AŞTIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'    Turkdogan, bal kişand ser çend geşedanên hefteyên dawî û wiha lê zêde kir: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got: “Ez ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade me." Dîsa piştî wê HDP, HDK û KCD'ê daxuyaniya hevpar dan. Diyar kirin ku pêdivî bi pêvajoyek nû ya aştî û çareseriyê heye. Tirkiye neçar e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyek nû ya diçe pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin. Divê mirov ji AKP'ê bipirse. HDP ji bo çaseseriyê amade ye ku hemû berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Ger ku bi rastî aştiyê dixwazin HDP li meclîsê amade ye. Parlamenterên demokrat û sosyal ên CHP’ê jî amade ne. Li Meclîsê zêdeya ku têr dike heye. Bes bila AKP ji bo çareseriyê amade be. Hamleya AKP'ê ya ji bo çareseriya aştiyane wê pir girîng be."      'ÇASESERÎ BERSÎVDAYINA BANGA OCALAN E'    Turkdogan, bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê jî û wiha bi dawî kir: “Hemû welatên demokratîk, hemû nakokî û aloziyên nijadî, bawerî û nijadî di nava xwe de çareser dikin. Bi paşeroja xwe re rû bi rû dimînin û demokratîk dibin. Ji ber vê yekê divê Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bersîvê bidin banga Abdullah Ocalan. Ger ku bersîvê bidin banga Ocalan wê disa gavên çareseriyê bên avêtin. Çareserî bersîvdayîna banga Abdullah Ocalan e."     MA / Dîren Yurtsever