HDP'ê 'Koordînasyona Navendî' ava kir: Li dijî qeyûman çalakliyên bênavber 2019-08-24 11:02:47 ENQERE - HDP'ê li dijî biryara tayînkirina qeyûman, hevserokên giştî jî di nav de 'Koordînasyona Navendî' ku ji 15 kesan pêk tê, ava kir. Koordînasyona ku înîsiyatîfên herêmî jî ava bike, dê bi beşek hevdîtin re kampanyayên îmzeyan û nobetên bênavber li dar bixe.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê,  'Koordînasyona Navendî' ku timik li Navenda Giştî bixebite û hevserokên giştî, cîgirên hevserokên giştî, berdevkên komîsyonan û endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) têde cih digirin, ava kir. Koordînasyonê li dijî tayînkirna qeyûman heta 1'ê Îlonê beşek bername û çalakî li dar bixe. Piştî 1'ê Îlonê dê bernameyeke nû derbixe.   BERNAMEYA HETA 1'Ê ÎLONÊ   Koordînasyonê heta 1'ê Îlonê bernameyeke şênber derxist. Di çalakiyên ku di çarçoveya vê bernameyê de bên lidarxistin de dê bê destnîşankirin ku biryara tayînkirina qeyûman ne tenê êrîşeke li dijî HDP'ê, li dijî vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye û di biryara tayînkirina qeyûman de bi desthilatê paşde gav bide avêtin. Ji ber vê sedemê dê koordînasyonê ne tenê li bajarên herêmê, di heman demê de li bajarên rojavajî ji bo paşde gav avêtina biryara tayînkirina qeyûman, çalakiyên demokratîk organîze bike û xebatan bimeşîne.    DÊ ÎNÎSIYATÎFÊN HERÊMÎ BÊN AVAKIRIN   HDP'ê biryara bênavber çalakî lidarxistinê girtibû. Koordînasyon jî di vê çarçoveyê de derfetên beşdarbûna girseyên berbelavbûyî biafirîne, xebatên ji bo bernameyên çalakiyên bêîtîatiya sivîl ên daîmî û girseyî bimeşîne. Ev bername ji bo herêman jî derbasdar e. Ji bo xebatên vê yekê dê înîsiyatîfên herêmî bên avakirin.    KAMPANYAYÊ ÎMZEYAN Û ÇALAKIYÊN NOBETÊ   Koordînasyonê, kampanyayên îmzeyan û çalakiyên nobetê yên daîmî plan kir. Çalakiyeke nobetê ya daîmî ku dê ya li Amed, Mêrdîn û Wanê û ya jî tenê ji van bajaran yekî bê lidarxistin jî di nav bernameya koordînasyonê de cih digire.    MIJARA 1'Ê ÎLONÊ DÊ QEYÛM BE   HDP'ê, mitîngên xwe yên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê beriya tayînkirina qeyûman plan kiribû. Dê mitîngên HDP'ê yên 1'ê Îlonê li çar bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê bên lidarxistin. Li bajarên din jî ji bo ku daxwaza aştiyê bê ziman, çalakî dê di plansaziyê de cih bigirin. Rojeve herî girîng a mitîngan jî dê qeyûm û daxwaza paşde gav avêtina qeyûman be.   J BO STENBOLÊ TEVLÊBÛNA GIRSEYÎ   HDP'ê li Stenbolê dest bi xebatên xwe yên mitîngê kir. Mitînga Stenbolê ku xwînerên wê KESK, DİSK, TTB û TMMOB in, tê payîn ku bi taybetî di çarçoveya "Tifaqa Stenbolê" ya di hilbijartinên 23'ê Hezîranê de derket holê de, bi awayekî girseyî CHP'î tevlî bibin.    MITÎNGA AMEDÊ   HDP dê mitînga xwe ya Amedê jî bi partiyên kurd re li dar bixe. Di mitîngê de dê daxwazên li dijî tayînkirina qeyûman bên ziman.    HEVDÎTINÊN BI PARTIYÊN SIYASÎ RE   HDP di çarçoveya sernavên "Destûra Bîngehîn a Demokratîk" , "Tifaqa Demokratîk" û "Rêya Çareseriyê" de bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî, odeyên pîşesazî û kedê re bernameyeke hevdîtinê derxistibû. Koordînasyonê bi tayînkirina qeyûman re vê bernameyê rojane kir û dê rojeva qeyûman jî li her sê rojevan zêde bike û serdanên xwe pêk bîne. HDP bernameya xwe zûtir dide destpêkirin û di vê çarçoveyê de destpêkê di 26'ê Tebaxê de bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan dike.    MAFÊ HLIBIJARTINÊ YÊ HILBIJÊR   Her wiha hevşaredarên ku ji peywira xwe hatine dûrxistin jî dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Koordînasyon jî ji ber ku bi vê pêvajoyê re mafê hilbijêran ê hilbijartinê ji holê hatiye rakirin, xebata ku hilbijêr bi awayekî girseyî serî li rêya darazê bidin, bide destpêkirin.     MA / Dîren Yûrtsever