'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan' 2017-11-25 15:32:40 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 408'an de xwest jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi dirûşma "Bila Girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 408'an de çalakî pêk anîn. Çalakiya li ber Sumerbanka Kevin hat lidarxistin de, pankarta "Tiba edlî ji bo girtiyên nexweş darvekirin e, daraz bû înfaz" vekirin. Daxuyaniya ku endamê ÎHD'ê Denîz Bayrak xwend, diyar kir ku ew çalakiya xwe bi minasebeta 25'ê Mijdarê li dardixin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.   Bayrak aşkera kir ku girtiyên nexwş ên dibin nexweşxaneyê tînin, di dema çûyîn û hatinê de, pêkanînên li dijî wan derktine asta tacîzê û ev tişt got: "Lêgerîna li koxûşên jinan gardiyanên mêr dikin, lêgerîna tazî tê ferzkirin, tundî û binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne."   Bayrak piştrast kir ku di şert û mercên girtîgehan de, jinên girtî pêhtirî bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin, da zanîn ku ev hemû ji ber şertên ne baş ên girtîgehên pêk tên.   Bayrak xwest girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan û piştre binpêkirinên mafan ên Herêma Egeyê parve kir û diyar kir ku 13 jinên nexweşiyên wan hene û navê wan wiha rêz kir:   * Aygul Kapçak: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Di laşê wê de parçeyên şarapnelê hene. Pirsgirêkên wê yên jînekolojîk hene.   * Aynur Eplî: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Teşîsa prolaktînoma (tumora di çermê hîpofîzê de proteînê belav dike), tîroîd, mîde û pirsgirêkên rovîyan hene.   * Meral Ekîn Ayata: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Nexweşa astimê ya kronîk e, cîhaza bêhnê dide dide xebatê.   * Şukran Avşar: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Nexweşiya wê ya şîzofrenî heye.   * Bahar Erturk: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Di hêkên wê e kîst, milê wê ji cihê xwe derketiye. Hîpotîroîd û di guh û qirika wê de pirsgirêk heye.   * Evrîm Erdogdu: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Nexweşiyên dil, astima kronîk, bronşît û fitiq.   * Guler Bîlen: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Di dilê wê de kêmasiya mîtralî heye û nexweşiya wê ya laşî derketiye.   * Hatîce Aslan: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Nexweşa dil a kronîk e.   * Hayriye Yagbasan: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Qevdên di hestûyên pişta wê de kêm û elem girtiye û nexweşa vefriyê ye.   * Lamîa Oso: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Tê gotin ku di lebatên wê yên navxweyî de nexweşiyeke alerjîk heye, ev li hemû laşê wê belav dibe. Her wiha divê emelyata guatirê bibe.   * Remziye Yardimci: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Guatra wê ya jehrî, mîgren, bê halî û serê wê dêşe.   * Şirîn Paksoy: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Bexweşiya wê ya guatrê heye.   * Turkan Ozen: Li Girtîgeha Jinan a Îzmîr Alîagayê (Şakran) dimîne. Nexweşa pişikê ye.