AKP bûye partiya darbeyan 2019-08-23 16:26:30 AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca tayînkirina qeyûman a şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar bike di roja 5’an de çalakiyên xwe berdewam kir. Rêxistina HDP'ê îro jî di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got; “Tayînkirina qeyûman sûcekî bi plankirî ye. AKP ya ku got 'Em li dijî darbeyan in" û hat îktîdarê êdî bûye partiya darbeyan. "    Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 5'an de berdewam dike. Îro jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi tevlêbûna hilbijêran li Kolana Lîseyê çalakiya xwe berdewam kir. Gelek parlamenter, rêveber û endamên HDP'ê tev li çakaiyê bûn. Girseya gel dirûşmeya “Amed ya me ye” û “Bijî Berxwedana Amedê” berz kirin. Girseya HDP’ê piştî nîvro pankarta “Dest nede îradeya min” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç axivî û wiha got: "Berxwedana me ya rewa di roja 5’an de ye. Desthilatdariyê sûceke mezin kir. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi destê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû sûcê herî mezin kir. Sûcekî Destûra Bingehîn kirin.”   Olûç, diyar kir ku dagirkirina qeyûman li gorî peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine jî sûce û wiha axivî: “Ev sûc kirin û plan kirin. Beriya hilbijartina 31’ê Adarê ev plan kirin. Sûcê herî mezin kirin. Îradeya vî gelî desteserkirin. Tişta kirin derbeyek giran e. Desteserkirina şaredariyan a 19’ê Tebaxê derbeya siyasî ya 3’emîn e. Li dijî vê berdeya siyasî, li dijî vê sûcî em ê têkoşîna xwe ya hiqûq, edalet û demokrasiyê bi awayî rewa bidomînin. Em ê tu caran dev jî vê têkoşîna xwe ya rewa bernedin. Em ê bêîteatiya sivîl nîşan bidin. Li her qadê her roj nîşan bidin. Em ê bidin nîşandan ku ev sûcê hatî kirin em qebûl nakin. Tehemûla wan nîne ku gelê Krud nûnerên xwe hilbijêrin û xwe birêvebibin. Vêya qebûl nakin. Ji ber vê ev sûc kirin.”   ÊDÎ BES E    Pişt re Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Safiye Sezgîn jî axivî û wiha got; “Em her roj dibêjin azadî û aşitî. Em destê aştiyê dirêjî wan dikin. Lê ew qebul nakin. Tu kesî tiştek nedaye me. Me her tişt bi heqê xwe û keda xwe stendiye. Çi heqê we heye hûn vêya li me dikin. Êdî bes e. Em qeyûman qebûl nakin. Ji vê zilm û zordariyê re êdî bes e. Dengê me rûmeta me ye."    Piştî daxuyaniyê komê demekê bi dirûşmeyan li kolana Lîseyê meş li dar xist û belav bûn.