Girtiya 62 salî ya ji sedî 86 astengdar xwîn verdişe 2019-08-23 15:36:46 ÎZMÎR - Dayika Aştiyê ya 62 salî Mevlude Başdaş a ku ji sedî 86 astengdar e û li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye, ji ber xwîn verdişe rakirin nexweşxaneyê.    Dayika Aştiyê ya 62 salî Mevlûde Başdaş ku bi hinceta tevli "Mertalên Zindi ya li Çiyayê Bagokê bû, rastî 4 sal û 2 meh cea hat û hat girtin, xwîn verdişe. Mevlude Başdaş ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye û ji sedî 86 astengdar e, li gel nexweşiya giran nayê berdan. Piştî dadgeha Bilind di Cotmeha 2018'an de cezayê Başdaş erê kir hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.    Başdaş ji Nexweşxaneya Zanîngeha Akedenîz a Antalya û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl rapora ji sedî 86 astengdariyê stend. Başdaş, ji ber nexweş e û nayê dermankirin xwîn verdişe. Hat diyar kirin ku piştî Başdaş xwîn verşiya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Keça Başdaş Berivan Başdaş, diyar kir ku duşema borî bi şika weremê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Katip Çelebî û wiha got: "Dayika min duh ji nexweşxaneyê derxistin. Îro dîsa xwîn verişiya û dîsa rakirin nexweşxaneyê. Niha di yek hucreyê de tê girtin. Îro roja telefonê ya dayika min bû. Lê dîsa li me negeriya. Piştre em fêr bûn ku rakirine nexweşxaneyê. Dayika min bi rêk û pêk nayê dermankirin. Divê bi rêk û pêk bê dermankirin. Dermanê wê bi rêk û pêk nadin wê. Gelek nexweşiyên dayika min hene. Nikare bi serê xwe li girtîgehê bişî. Divê dayika min serbest bê berdan.    Metin Başdaş jî anî ziman ku ew der barê rewşa dayika xwe de bi fikar e û nizane dayika wî dijî an na û wiha got "Rayedarên nexweşxaneyê agahiyên rast nadin me. Dayika min salek e her dem radikin nexweşxaneyê. Dewlet dixwaze cenazeyê dayika min bide me. Ger ku dewlet nikare mirovekî derman bike bila serbest berde."