Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin 2017-11-25 15:22:55   ÎZMÎR - ÎHD, ÇHD, OHP û ÎPZ, derbarê girtiyên Tipa T a Denîzliyê ku 165 rojin di hucreyê dene û 20 rojin jî di greva birçîbûnê dene, raporek hevpar amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Parazvanên mafên mirovan, diyar kirin ku girtî di bin gefên kuştinê de dijîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD),  Platroman Hinqûqnasên Azad (OHP) û Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Zindanê re yên Îzmirê, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T Denîzliyê kirin rapor. Bi tevlîbana nûnerên rêxistinên demokratîk civîna çapemeniyê li  avahiya ÎHD’ê pêk anîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek rapor xwend.     Çîçek, diyar kir ku di çileya sala 2017’an Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî hat temamkirin û wiha axivî: “Di meha Hezîranê de ji girtîgehên Antalya û Alanyayê, girtî sîgûnê vê girtîgehê hatin kirin. Di dema sîrgûnê îşkence li girtiyan kirin. Bi vê sîrgûnê her roj serlêdanên binpêkirinên mafan ji me re hatin. Li ser navê saziya me di 13-17 û 20’ê Mijdarê de gelek parêzeran girtî ziyaret kirin. Di çarçoveya hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re me ev rapor amade kir.”     'EMÊ WE BIKUJIN '   Çiçek, tespîtên parêzeran wiha rêz kirin: “Pêkanînên keyfî, di hucreyên yek kesî de girtin, hêjmara li ser piyan girtin, derp kirin, cezayê hucrê dayîn, girtî rojê saetekê derxistina baxçe, destûr nedana hevdîna komî ya baxçê, lêgerînên odeyan ên provokatîk, daxaznameyên serlêdanên sûc û giliyan ji cihên eleqedare neşandin, neşandina name û faxan, ne dermankirina girtiyên nexweş, nêzîkatiyên keyfî li dijî malbatan, bi hincetên kore û saet nederxistinê caza kirin, cezayên disîplînê dayîn, gefên ‘em ê we bikujin û hwd caza kirin.”   '165 ROJAN DI HUCREYÊ DE'   Çiçek, da zanîn ku li dijî binpêkirina mafan ên li girtîgehê 10 girtî di greva birçîbûnên ya bêdem û dorvegerdene û wiha domand: “Koma dest pê kê ya di 6’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin 20 rojin, koma duyemên a di 13’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin13 rojin di greva birçûbûnê dene. 165 rojin girtî di hucreyan dene.”   'NAYÊN KONTROL KIRIN’   Çîçek, eşkere kir ku gardiyanan ser qawîşan de girtin, çay, qehwe û meşrûbatên vexarinê ji destên wan girtin. Çiçek dest nîşan kir ku kongrola girtiyên di greva birçîbûnê de nayê kirin.   Çiçek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû pêkanînên li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê ne hiqûqîne. Emê şopdarrê binpêkirinên mafên miran ên Girtîgeha Tîpa T Denîzliyê bin.”