Li gel rewşa wî ya xedar jî nehiştin bê tedawîkirin 2019-08-23 13:49:46   AMED - Firat Akdenîz ku di çalakiyên Amedê ji hêla polisan ve bi derbkirinê hat binçavkirin, li gel rewşa wî ya xedar jî ew ji nexweşxaneya ku rakirin careke din birin emniyetê.   Di çalakiyên ku duh li dijî tayînkirina qeyûman hatin lidarxistin de, li Amedê 30 kes ji aliyê polisan ve bi derbkirinê hatin binçavkirin. Firat Akdenîz ku ji ber derbkirina polisan rewşa jî xerab bû, ji emniyetê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Hat ragihandin ku Akdenîz ji serê xwe derbe xwariye û ji ber vê yekê travma derbas kiriye. Lê li gel vê yekê jî polisan tenê hiştiye ku Akdenîz demekê bê tedawîkirin û ew careke din birine emniyetê.    Tê payîn ku îro Akdenîz ku têkildarî derbkirina xwe rapora bijîk girtiye û 29 kesên pê re hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê bên kirin.