Ciwanê ku AA idîa kir ew revandine çiyê: Ez neçûm çiyê, malbat dixwaze bi zorê min bizewiciîne 2019-08-23 13:49:17   AMED - Ciwanê 21 salî Mehmet Akar ê ku Ajansa Anadolu (AA) îdîa kir ku "Ew bi zorê derxistine çiyê" têkildarî nûçeya AA got “Ez neçûm çiyê. Ez li Amedê me" û AA derewand. Akar, anî ziman ku malbat dixwaze wî bi zorê bizewicînin.    Ajansa Anadolu (AA) îdîa kir ku Mehmet Akar bi bi zorê derxistine çiyê û nuçeya "Ciwanê bi zorê derxistine çiyê, malbatê li ber HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kir" weşand. Ciwanê 21 salî Mehmet Akar ê ku Ajansa Anadolu (AA) îdîa kir ku "Ew bi zorê derxistine çiyê" têkildarî nûçeya AA got “Ez neçûm çiyê. Ez li Amedê me" û AA derewand. Akar, anî ziman ku malbat dixwaze wî bi zorê bizewicînin. AA îdîa kir ku dayika 70 salî Hacer Akar gotiye kurê xwe yê 21 salî Mehmet Akar çûye HDP'a Amedê û carek din derneketiye û HDP'ê ew revandine çiyê. Haçer Akar a li Kolana Soganli ya Sûrê dijî ji bo kurê xwe yê 21 salî Mehmet Akar serî li Midûriyeta Polîsan a Amedê da û îdîa kir ku kure wê winda bûye. Piştî serledanê çû ber avahiya HDP'ê ya Amedê û bi îdîaya kurê wê Akar piştî çûye avahiya HDP’ê carek din derneketiye HDP tawanbar kir. Haçar Akar li ser vê yekê li ber HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kir. AA, jî wekî ku rast be kir nûçe û agahiyên şaş elav kirin.    AA EW DERWIST ÇIYÊ   AA, bêyî lêkolîn bike û agahiyên rast bigire, li gorî xwe Mehmet Akarê 21 salî derxist çiyê. Ciwanê 21 salî Mehmet Akar ê ku Ajansa Anadolu (AA) îdîa kir ku "Ew bi zorê derxistine çiyê" têkildarî nûçeya AA got “Ez neçûm çiyê. Ez li Amedê me" û AA derewand. Akar, anî ziman ku malbat dixwaze wî bi zorê bizewicînin.    MA / Ozgur Paksoy