Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê: Wê qeyûm biçin hilbijêr werin 2019-08-23 13:29:09   ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li dijî tayînkirina qeyûman bertekênk xwe anîn ziman û gotin: "Wê qeyûm biçin û hilbijêr werin."    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê tayînkirina Qeyûm a şaredariyên HDP'ê yên Amed Wan û Mêrdînê şermezar kirin. Endamên Platformê li Yekîtiya Mulkiyeyan kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûner û endaman li salonê pankarta “Me bi hevre şaredarî qezenç kirin emê bi hevre qeyûman bişînin" vekirin. Li ser navê saziyan Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Huseyin Gevher, daxuyanî da. Gevher, anî ziman ku pir aşkere û zelal qeyûn li dijî zagonan û li dijî nirxên civakê hatine dayîn kirin û ne rewa ne. Gevher,  anî ziman ku li dijî vê dijhiqûqî û dijqanûnê çalakiyên gel û civakê herî dewa û demokratîk in û wiha got: "Wekî AKP, MHP'ê HDP jî bi heman zagon û pîvanan ket hilbijartinê û li Amedê ji sedî 63, li Mêrdînê ji sedî 56, li Wanê jî ji sedî 54 deng stend. Niha bi kijan feraset û aqilî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran ji peywirê digirin?"    Gevher, anî ziman ku gelê Enqere, Stenbol, Îzmir, Mêrsîn û hemû gelê Tirkiye wê vê yekê qebûl neke û wiha got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de gelê Stenbolê ev yek nişan da. Di nava civakê de rewatiya xwe winda kirine. Gelê Tirkiye êdî wan naxwaze. Piraniya Hevşaredariyên Bajarê Mezin ên Tirkiye wina dkirine. Em destûr nadin ku fatûreyê li Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bibirin.  Amed, Wan û Mêrdîn ne bi tenê ne. Wê qeyûm biçe û hilbijêr werin."    Kesên îmze avêtin bin Platforma Ked û demokrasiyê wiha ne: Rêxistinên HDP, CHP, SEP, Partiya Sosyalîst, EMEP, TÎP, SYKP, EHP, Partiya Şoreşger ên Eqereyê, Meclîsa HDK'ê ya Enqereyê, Şaxên Mala Gel, ÎHD, PSAKD,  ABF, Akader, Kaldıraç, DAD, OHD,  Platforma Şaxan a KESK'ê, ATO, Komeleya Çandê ya Divrîgî, Komeleya 78’an, Hewldana 78’an, komeleya Çanda Artvinê û Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê.