'Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e' 2019-08-23 13:17:09 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e û got ku zû yan dereng dê şaredariyan ji qeyûman bigirin.    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn, Wan û mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Gunay diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gelê kurd hatiye xespkirin û ev yek ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye û eiha got: "Piştî tayînkirina qeyûman, gel pêre li vîna xwedî derket. Gel nîşan da ku ji bo girtina tişta ku yê wî ye, bi rêyên meşrû û demokratîk dev ji lêgerîna mafê xwe dê bernade."   'HERKESÎ BERTEK NÎŞAN DA'   Kubîlay bal kişand ser tundiya polisan a li hemberî çalakiyên ku li dar dixin û ev tişt got: "Parlamenterên bi lîncê hatin derbkirin û birîndar bûn. Parêzer, rojnameger, akademîsyen bi derbkirinê hatin binçavkirin. Bi dehan welatî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Li kuçeyan bi awayekî fermî îşkence li welatiyan hat kirin. Tişta ku hatiye kirin ji hêla herkesî vê tê zanîn ku darbeya qesrê ye. Ji bilî AKP, MEHP û Perînçek ku bûye dûvikan wan, ji aliyê her derdorî ve bertek hatin nîşandan. Gelên Tirkiyeyê helwesteke demokratîk a baş nîşan dan û HDP'ê bi tenê nehiştin."   'DÊ STENBOL Û ENQEREYÊ JÎ BIGIRE NAV XWE'   Kûbîlay diyar kir ku darbeya qeyûman ne tenê bajarên kurdan bi awayekî rast û nerasterast bandorê li rojavayê Tirkiyeyê jî dike û ev tişt anî ziman: "Heke ev gef neyê defandin dê bi demê re şaredariyên Stenbol û Enqere jî bigire nav xwe. Lê vê carê hesabê şaş li dîwarê demokrasiyê qelibî û kesên ku li hemberÎ tayînkirina qeyûman a sala 2016'an bêdeng man vê carê dengên xwe derxistin û ji derewên Soylû bawer nekirn. Bi vê yekê kêfa kesên ku ji darbeyê bi hêvî bûn di qiriqa wan de ma. Em ji vê derê dipirsin û dibêjin sûcê hevşaredarên me çibû? Em daxuyaniyeke hiqûqî dixwazin. Vê daxuyaniyê nadin û dê nedin jî. Jixwe Serokkomar Erdogan beriya hilbijartinê gotibû ku dê vîna gel nas neke û qeyûman tayîn bike.    DAXUYANIYA BAHÇELÎ   Di berdewamê Kûbîlay bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên têkildarî tayînkirina qeyûman ku gotibû, 'Îdareya şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê di bin kontrola gelê tirk de ye' û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derd tev ev bû? Derdê we xespkirina vîna û mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd bû. Hemû derdê we pêkanîna fikirê we bû. Maden we yê wiha bikira, hûn çima derneketin û we ev tişt aşkera negot. Çima hemû ev qulopilo? Ez zihniyet zihniyeteke tekparêz e."   'EM Ê ŞAREDAIYAN JI QEYÛMAN BIGIRIN'   Di dirêjiya axaftina xwe Kûbîlay destnîşan kir ku HDP xwediyê vîna ku serî bi derewên desthilatê re derxeye û wiha pê de çû: "Lewra HDP hêza xwe ji meşrûyeta xwe ya demokratîk û mafdariya xwe digire. Em bang li desthilatê dikin ku di biryarê de poaşde gav bavêje, peywira hevşaredaran careke din radestî wan bike û rûreşiya ku aniye ser Tirkiyeyê paqiş bike. Hevşaredarên me hê jî hevşaredarên me yên meşrû yên hilbijartî ne. Em ê weke HDP'ê li vîna gelê xwe ya siyasî ku hatiye xespkirin, xwedî derkevin û şaredariyan ji qeyûman bigirin. Zê yan dereng dê ev yek bibe. Lewre di dîrokê de her tim ên mafdar qezenc kirine. Ji ber vê yekê em ê bi hêzên demokrasiyê yên dijberî darbeyê re berxwedana xwe ya demokratîk û meşrû mezin bikin û bidomînin."   QEDERA GELÊN TIRKIYEYÊ YEK E   Kûbilay di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê bi hemû hêzên ku di nav lêgerîna azadî, aştî û demokrasiyê de ne re bên gel hev û xebata înşakirina pêvajoya siyasî ya demokratîk bidomînin û ev bang kir: "Qedera hemû gelên Tirkiyeyê yek e. Qedera dayika Hava ku digot, 'Dewlet kî ye? Ez zozanê xwe dixwazim' û dayika kurd a got, 'Hûn dizin, dengê xwe dixwazim' hevpar e. Çawa ku qedera Çiyayê Kazê û Heskîfê yek e, wiha qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê jî yek e. Ji ber vê sedemê em bang li her kesê xwedî wijdan, adelet, hiqûqê dikin ku xwedî li demokrasî û vê berxwedana bi rûmet derkevin î piştevaniya hevşaredarên me yên Amed, Mêrdîn û Wanê bikin."