HDP'ê xwest rojnameger û siyasetmedarên hatin binçavkirin berdin 2019-08-23 12:33:26 STENBOL - Li Stenbolê hêjmara kesên hatin binçavkirin gihişt 11 kesan. Komîsyona çapemeniyê ya Rêxistina HDP'e ya Stenbolê daxuyanî da û xwest 2 jê rojnameger 11 kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan.    Duh polisan li Stenbolê hemwext bi ser gelek navnîşanan de girt. Rojnameger ji di navde 11 kes hatin binçavkirin. Komîsyona çapemeniyê ya Rêxistina HDP'e ya Stenbolê daxuyanî da û xwest 2 jê rojnameger 11 kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan.  Komîsyonê daxuyaniya nivîski da û xwest Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gelecek Taylan Oztaş û Nûçegîhanê Ajansa Etkin (ETHA) Tunahan Turhan ji di navde 11 kes hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê HDP'ê yê Pendikê Çetin Aslanboga, Hevserokê HDP'ê yê Bayrampaşa Nedim Genç, Orhan Ozturker, Aydin Kiliçdere, Furkan Akinci, Alî kadîr Gul, Birkan Polat, Ercan Demir, Mujdat Uzun, Rojnameger Taylan Oztaş û Tunahan Turhan.