Çalakiyên rûniştinê yên li dijî qeyûman di roja 5'an de didome 2019-08-23 12:22:31 AMED -  Çalakiyên rûniştinê yên li dijî tayînkirina qeyûm ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amedê Wan û Mêrdînê didomin. Li Amedê çalakiya rûniştinê bi tevlêbûna hilbijêrên HDP'ê û welatiyan di roja  5'an de li kolana Lîseyê didomin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê ji peyvirê dûr xistin. Li şûna wan waliyên Amed, Mêrdîn û Wanê wekî qeyûm tayîn kir. Piştî tayînkirina qeyûm li Wan, Amed û Mêrdînê 5 rojin çalakî didomin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya bertekên xwe bînin ziman xwest li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û destûr neda girseya HDP'ê li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan rêya Xarpête u rêyên din girt û destûr neda girse kom bibe. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA rê girtin û ketina girsê asteng kir. Li ser ve yekê parlamenter, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP’ê li Kolana Liseyê kom bûn û dîsa dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Tê payin ku parlamenterên HDP'ê di nava rojê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.