Li ser medya civaki li dijî kuştina Emine Bulut bertek zêde dibin 2019-08-23 12:09:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Fedaî Baran, bi hinceta ew berda ye Emine Bulut kuşt. Piştî dîmenê kuştina Emîne Bulut hatin weşandin, li ser medya civaki bertek zêde bûn. Bikarînerên medya civakî bi etiketên li dijî kuştinê yên wekî “#EmineBulut, #Olmekİstemiyorum, #AnneLutfenOlme, #KadınaŞiddeteHayir” zêde bûn.    Li Kirikkaleyê di 18'ê tebaxê de Emîne Bulut ji aliyê mêrê pêre hatibû zewicandin Fedai Baran ve hat kuştin. Piştî Emîne Bûlut 4 sal berê Fedaî Bulut berda, Emine Bulut û keçên xwe li kafeyekê hatin cem hev. Fedai Baran ku hat cem wan Emine bi giranî birîndar kir û bi texsiyê ji cihê bûyerê reviya. Emîne Bulut ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Fedai Baran, piştî bûyerê hat binçavkirin û li dadgehê hat girtin.    Piştî dîmenên kuştina Emîne Bulut derketin holê, dîmen li ser medya civakî hatin parvekirin. Piştî dîmenê kuştina Emîne Bulut hatin weşandin, li ser medya civaki bertek zêde bûn. Bikarînerên medya civakî bi etiketên li dijî kuştinê yên wekî “#EmineBulut, #Olmekİstemiyorum, #AnneLutfenOlme, #KadınaŞiddeteHayir” zêde bûn.    Gelek rêxistinên jinan bertek nişanî kuştina jinan dan.